Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15’emîn de didome

Xelkê wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 15 roj in bênavber li diji hewldanên artêşa Iraqê ku hewl dide bi têl û kûleyan derdora wargehê dorpêç bike li ber xwe didin. Hê jî leşkerên Iraqê dora wargehê bernedane.

Mexmûr – Artêşa Iraqê ji 20’ê Gulanê ve hewl dide derdora wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî  (Mexmûr) bi têl û kuleyan dorpêç bike. Ji bo vê jî bi sedan leşker, tevî wesayîdên zirxî wesayîdên kar şandine derdora wargehê. Artêşa Iraqê heya niha di vê daxwaza xwe de bi israr e. Xelkê Mexmûrê li hemberî ve hewldanê bi israr berxwedana xwe di roja 15’emîn de didomîne.

Jin, ciwan û zarok jî di nav de Xelkê Mexmûrê ev 15 roj in di konên berxwedanê de bi şev û roj di şertê hewaya germ de nobetê digrin û berxwedana wan didome.