Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 14’an de ye

Berxwedana penaberên Mexmûrê ya dijî têlkirin û dorpêça ser wargehê 14 rojin bê navber dewam dike. Hê jî leşkerên Iraqê dora wargehê bernedane.

Mexmûr – Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û bircan ava bike. Ji roja destpêkê heya niha penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe didin.

Xelkê wargehê 14 rojin şev û roj di nava berxwedanê dene, 14 rojin Leşkerên Iraqê bi israre û her roj hewl didin, derdora wargehê bi têlan dorpêç bike.

Xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê duh bi şev jî di konên berxwedanê de heya siharê nobedê girtin û heya niha ev berxwedanî dewam dike.