‘Berxwedana me heta Rêber Apo azad nebe dê bidome’

Hevberdevka Qada Tenduristî ya wargeha penaberan a Mexmûrê Nûran Sezgîn diyar kir ku wê xwe bighînin azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Berxwedana me dê heya azadiya Rêber Apo pêk neyê bidome.”

BERJÎN KARA

Mexmûr – Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployek navnetewî hat destpêkirin û di 15’ê Sibata 1999’an de hat dîlkirin. 27 sal di ser komployê re derbas bû, lê hê jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd didome.

Tevî tecrîd, zext û îşkenceyê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna azadiyê didomîne û ji bo çareseriyê di 27’ê Sibata 2025’an de banga “Aştî û Civaka Demokratîk’ kir û deriyê muzakereyan vekir. Lê heta niha jî ji aliyê dewleta Tirk ve gav nehatine avêtin û kiryarên xwe yên dijî gelê Kurd didomîne. Her wiha li kêleka vê yekê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di 15’ê Îlonê de têkildarî pêkanîna ‘Mafê Hêviyê’ civîn lidar xist û di 18’ê Îlonê de biryara xwe ragihand ku mijara ‘Mafê Hêviyê’ taloqî Hezîrana 2026’an hatiye kirin.

Di vê çarçoveyê de li Kurdistanê û derveyî welat ji aliyê gelê Kurd û dostên Kurdan ve bertek hatin nîşandan û li her derê çalakî hatin destpêkirin. Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) jî di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de jinan li dijî komplo û nepêkanîna ‘Mafê Hêviyê’ rêzeçalakî dan destpêkirin.

Têkildarî komployê û rêzeçalakiyên Meclîsa Îştarê, Hevberdevka Qada Tenduristiyê Nûran Sezgîn ji ajansa me re axivî.

‘Têkoşîn û berxwedana Rêbertî komplo vala derxist’

Nûran Sezgîn qala komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha got: “Di 9’ê Cotmeha 1998’an de komplo li Suriyê destpê kir. Ango dewleta Tirk û hêzên dijberî sîstema Rêbertî, xwe ji bo êrîşek li ser Suriyeyê amede kirin. Lê ji bo ku gelên li Suriyeyê rastî êrîş û talanê neyên Rêbertî ji Suriyeyê derket. Ango Rêbertî bi vî gavê xwe jixwe komplo vala derxist. Li ti welatan cih ji Rêbertî re nebû. Tevî ku gelek kesan di hevdîtinên xwe yên li gel Rêbertî de jî digotin ger hûn tengasî jiyan bikin dikarin li welatê me bimînin jî, herkesî dûrûtiya xwe nîşan da. Her wiha piştî ku Rêbertî ji Suriyeyê derket demek dirêj li hewayê di balefiran de ma heta ku li Kenyayê rawestiyan. Li Kenyayê jî radestî dewleta Tirk hat kirin. Tevî komployê ku ev 27 sal in li ser Rêbertî tê meşandin jî, têkoşîn û berxwedana Rêbertî û gel, komplo vala derxist.”

‘Heta şikandina pergala Îmraliyê emê çalakiyên xwe bidomînin’

Nûran Sezgîn, diyar kir ku tekane armanca çalakiyên wan mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd e û ev tişt anîn ziman: “Wek xelkê wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî ku ev 31 salin li pey vê dozê bûne penaber jî, heta îro jî di meşa li pey xeta Rêbertî de bi israr in. Heta ku pergala Îmralî neyê şikandin û rewşa Serokatî nekeve aramiyê emê çalakiyên xwe bidomînin. Her wiha di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Rêbertî de li Bakur bi pêşengiya TJA meş hatiye destpêkirin. Em wek xelkê wargehê meşa wan silav dikin. Wek jin jî me li wargehê rêzeçalakî dane destpêkirin. Çalakiya Nobetê ku ev ji du salan zêdetir e hatiye destpêkirin, mehekê ji aliyê jinan ve wê were dewrgirtin, panel û platform hene, semîner hene. Her wiha wê roja 9’ê Cotmehê meşek girseyî bi pêşengiya Meclîsa Îştar were lidarxistin.”

‘Wek jin em ê xwe bighînin azadiya fîzîkî ya Rêbertî’

Nûran Sezgîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser taloqkirina ‘Mafê Hêviyê’, destnîşan kir ku pêkneanîna ‘Mafê Hêviyê’ ne hiqûqî ye. Nûran bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Durûtiya dewleta Tirk û parlementoya Ewrupayê derket pêş. Çima hiqûq û mafê mirovahiyê ji herkesî re heye lê dema mijar dibe Serokatî û gelê Kurd, nîne? Tirsa wan ji paradîgmaya Rêbertî heye, ji ber ku dizanin paradîgmaya Rêbertî dawî li desthilatdariya wan tîne. Lê vê yekê jî dizanin êdî paradîgmaya Serokatî bûye gerdûnî û azadiya tevahiya jin û civakan mîsoger dike. Em jî wek jin dibêjin em bi israr in ku xwebûna xwe bidest bixin û xwe bighînin azadiya fîzîkî ya Rêbertî.”