Berxwedana ku tarîtiyê veguherand ronahiyê: Kobanê

Jinên di berxwedana 134 rojan a Kobanê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û bi ser ketin, zemînê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî bi hêz kirin ku îro ev dirûşm ji bo jinan gerdûnî bûye.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Di ser berxwedana Kobanê ya li dijî terora çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk re, 10 sal derbas bûn. Weke îro di 15’ê Îlona 2014’an de, destana 134 rojên qehremanî û lehengiya şervanên ku ji agir û rojê bawer dikirin dest pê kir.

Di demeke ku rêxistina çeteyên DAIŞ’ê, êriş û komkujiyan pêk dianîn û di rojeva cîhanê de bûn, bi taybetî jî piştî fermana ku li Şengalê pêk hat û di encamê de bi hezaran jin, zarok û Êzidiyên li wê derê di komkujiyan re derbas bûn û hatin revandin; dewleta Tirk bi heman armancê, berê çeteyan dan Kobanê. DAIŞ’ê bi perspektîf û desteka Tirkiyeyê, ji sê eniyan ve di 15’ê Îlona 2014’an de bi hemû hêza xwe êrişeke dijwar bir ser bajarê Kobanê yê kantona Firatê. Gelê Kobanê, bi taybetî jin û zarok ji ber dijwariya êrişan neçar man koçberî Bakurê Kurdistanê bibin. Tevî koçberiya hat jiyîn jî gelek jin, ciwan û mêrên ji Kobanê biryara berxwedana ji bo parastina warê xwe jî dan ku li gel şervanan, ew jî bûn parçeyek ji serkeftinê. Di Kobanê de ku ji aliyê erdnîgarî ve biçûktirîn bajarên Rojavayê Kurdistanê ye, parêzvanên wê ji şervanên YPJ/YPG, gel û kesên dilê wan ji bo wê lêdan berxwedaneke bêhempa nîşan dan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji tarîtiya DAIŞ’ê rizgar kirin.  

Bi berxwedana xwe bûn fermandar û şervanên felsefeya Jin Jiyan Azadî

Êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê, ji bo Rojavayê Kurdistanê ezmûneke nû bû. Lê ya ne nû helwest, berxwedanî, hest, rih û mîrateya berxwedanê bû. Bi taybetî jinên bi fermandariya Arîn Mîrkan, Zehra Penaber, Viyan Peyman, Rêvan Kobanê, Sorxwîn Rojhilat û Destîna Qendîl ku xwe bi bîrdozî û felsefeya Jin, Jiyan, Azadî pêçandin, ji mirovahî û jinan re diyar kirin ku ji bo jiyana azad, serferaz û bi rûmet rê û çareseriyeke din jî heye. Jinên ku bûn fermandar û şervanên vê felsefeyê ji Kobanê ber bi Baxozê ve, pêşengiya tunekirina çeteyên DAIŞ’ê kirin. Vê serkeftinê di asta cîhanê de bandoreke mezin çêkir ku di sedsala 21’emîn de jin û ciwanên Kurd di asta pêşengiyê de weke sembol werin destgirtin. Bi taybet jî jinên di eniyên şer de cih girtin û dikaribûn hêzeke weke DAIŞ’ê tune bikin, 134 rojên berxwedanê bi serkeftinên mayînde tacîdar kirin.

Têkoşîna li dijî qirkirinê di bin sîwana felsefeyek de didome

Di sedsala 21’emîn de ku ji her demê zêdetir pergala netew-dewlet êrişên xwe yên qirkirinê li ser jinan dijwar kiriye, derketina felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ku çavkaniya xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digre ji bo gelek jin û gelan bû ronahiya rizgariyê. Di 16’ê Îlona 2022’an de jina Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin. Ev bûyer ji aliyê jin û civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve wiha hat destgirtin ku hêrsa wan veguherî serhildaneke ku pergala Îranê hejand. Serhildana xwe spart dirûşma Jin, Jiyan, Azadî careke din dikaribû diyar bike ku çareserî û avakirina pergaleke alternatîf bi hebûn, nêrîn û jinan re pêkan e. Mîrateya berxwedêrên serkeftina Kobanê, bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî re ber bi Rojhilatê Kurdistan û cîhanê ve belav bû.

Bi wesîleya 10’emîn salvegera destpêka berxwedana 134 rojan a li dijî DAIŞ’ê, hevseroka Desteya Rêveberiya Xwecihî ya kantona Firatê Felek Yusif nirxandin kir.

‘Êrişa li ser Kobanê derbeya li hemberî şoreş û destkeftiyên wê bû’

Felek Yusif wiha behsa êrişa li ser Kobanê û armanca wê kir û wiha got: “Di dîrokê de gelek mînakên berxwedanê hene ku ji wan ên serkeftî û yên binketî jî hene. Di vî warî de berxwedana Kobanê gelek bi wate ye û naşibe tu berxwedanên din. Weke tê zanîn çirûska şoreşa 19’ê Tîrmehê ji Kobanê dest pê kir her wiha bajarekî Rojavayê Kurdistanê yê dîrokî ye ku niştecihên wê xwedî rehên resen in. Di heman demê de yekemîn warên ku Rêber Apo pêşwazî kiriye li Rojavayê Kurdistanê, Kobanê ye. Lewre ev hemû xal dema tên gel hev, Kobanê weke cihekî stratejîk nîşan dide. Dewleta Tirk jî di zanebûna van mijaran de berê çeteyên DAIŞ’ê da Kobanê. Li aliyekî din nexşeriyek ji bo Rojhilata Navîn hatibû amadekirin ku hêzên serdest ev çete di pêkanîna wê de bikar anîn, êrişên DAIŞ’ê yên li Iraq û Sûriyeyê jî vê yekê teqez dike. Bi taybetî Rojavayê Kurdistanê ku dikaribû di nava aloziya Sûriyeyê de, xeta sêyemîn hilbijêre û di nava tevliheviya ku di asta Rojhilata Navîn de diqewimî pergala xwe ava bike. Ji ber vê sedemê, hemû komên çete ku derketin holê êrişî bajarên me kirin, li aliyekî din jî em di nava dorpêçeke siyasî û aborî de bûn.”

‘Jinên li dijî DAIŞ’ê şer kirin rastiya felsefeya jin jiyan azadî nîşan dan’

Felek Yusif di domandina nirxandinên xwe de diyar kir jinên li dijî DAIŞ’ê bi ser ketin rê li ber destkeftiyên mezin vekirin û got: “Êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê di 15’ê Îlonê de dest pê kirin 134 rojan domiyan. Di van 134 rojên em behsa wan dikin de, ger mirov gotina destane jî bi kar bîne ez bawer im wê pênaseya asta berxwedana ku hatiye jiyîn neke. Bi taybetî jî jinên Kurd ku vîn, lehengî û baweriya xwe spartin bîrdoziya Rêber Apo pêşengiyê ji serkeftinê re, dikaribûn komployên li ser gelê Kurd vala derxin û çarenûsa gel û mirovahiyê bidin diyarkirin. Li ser vê bingehê berxwedana ku li Kobanê pêk hat, di serî de weke berxwedan û serkeftina jinên şerker û têkoşer hat nasîn. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku weke şoreşa jinan hat destpêkirin û ragihandin, bi berxwedana jinan a li dijî tarîtiya DAIŞ’ê ji aliyê naverokê ve hat dagirtin û pêşxistin. Ev destkeftî hema wisa çênebûn. Jinên di vî warî de destkeftiyên di qada xweparastinê û tevahî warên jiyanê de qezenc kirin bi bawerî û bingehgirtina felsefeya jin jiyan azadî têkoşiyan û ji hemû jinên cîhanê re riya çareseriyê pêşkêş kirin.”

‘Tunekirina DAIŞ’ê bi saya ked û berxwedaneke Kurdistanî bû’

Felek Yusif dirêjî da axaftina xwe û wiha got: “Ji bilî fermandar û şervanên YPJ’ê, di Kobanê de gelek jin man. Weke kesayet ez di 134 rojên wê de nemam lê min şahidiya beşek ji vê berxwedanê kir û piştî derbasî Bakurê Kurdistanê jî bûm ez li ber sînor bûm. Şerê ku pêk hat ewqas dijwar bû ku kevir li ser kevir nema, piraniya binesaziya bajar hat rûxandin. Jixwe beriya êrişa li ser Kobanê, çeteyan êrişî gelek bajarên mezin ên xwedî artêş û cebilxaneyên giran bûn jî kirin. Di navbera van bajaran de jî Minbic, Reqa û Mûsil hebûn. Ev bajar nikarîbûn du rojan li ber xwe bidin. Li Kobanê derfet kêm bûn û erdnîgarî biçûk bû lê dil û vîna şervanan mezin bû. Şervanên ku di berxwedana xwe de dirûşma “berxwedan jiyan e” û “wê Kobanê bi serkeve” bingeh girtin, dikaribûn ne tenê êrişa li ser Kobanê bişkînin di heman demê de wan çeteyan tune kirin. Berxwedana tunekirina DAIŞ’ê bi keda hemû jin û ciwanên Kurdistanê pêk hat, bi gotineke ji Îmraliyê seferberiya Kurdistanî û ji derveyî welat a ji bo Kobanê pêk hat.”

‘Em ê bi dirûşma jin jiyan azadî koledariya 5 hezar salan tune bikin’

Felek Yusif di dawiya nirxandinên xwe de behsa gerdûnîbûna felsefeya jin jiyan, azadî kir û wiha bi dawî kir: “Tu kes nikare înkar bike ku şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê jî bi pêşengiya jin û felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ pêk hat. Ev felsefeya ku berhemên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şîn dan û di warê pratîk de wate û bandora xwe teyisandin, dirêjî Rojhilatê Kurdistan û Îranê bû. Bi qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve, jin û gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê di têkoşîna xwe de felsefeya dirûşma jin, jiyan, azadî esas girtin.Di serhildanên li Hindistanê de ku ev dirûşm hat berzkirin, nîşaneya gerdûnîbûna vê felsefeyê ye. Bi pêşengiya jinên Kurd, êdî li hemû welatên parzemînên cuda jinan li dijî polîtîkayên qetilkirin, bêdengkirin û qirkirina jinan serî hildan. Em van pêşketinan wiha digrin dest, li dijî koledarî û qirkirina 5 hezar salan a li ser jinan didome, di bin sîwana felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de ji tarîtiyê derketin û berê xwe didin ronahiya bêdawî.”