‘Berxwedana jinan, wê hebûna civak Filistînê biparêze’
Jinên Tûnisê, diyarkirin ku ew destekê didin sekna li dijî koçkirina bi zorê ya jinên li Xeza û gotin: “Li dijî koçkirina bi zorê, mafê berxwedanê heye, berxwedanan jinan, wê hebûna civaka Filistînê biparêze.”

ÎHLAS HAMRUNÎ
Tûnis – Piştî salek û nîv li ser êrîşên Îsraîlê yê li dijî Xezayê derbas bû, bi agirbesta di 19’ê Çileye de tevî êrîş demekê sekinin jî, ji 18’ê Adarê heta niha êrîşên dijwar didomîn. Malên li Xezayê yên hatin hilweşandin, bînesaziyên ku hatin asta neyê bikaranîn û ya herî girîng wê çi ji Filistîniyên ku li Xezayê dijîn were cihê pirsê bû. Plana serokê DYE Donald Trump ya dihat pêşbînîkirin ku gelê li Xezayê dijî dê bişîne welatên din û Zîvala Xezayê ji aliyê DYE ve were dewrgirtin û li gor berjewendiyê xwe nû ava bike, di asta kûrewî de rê li ber bertekên mezin vekir. Parêzavanên mafê jinan ên Tûnisê pilana DYE û Îsraîlê ku bi daxwaza guhertina demografya Xezayê, di bin navê herêmê ji nûve ava bike de, Xezayiyan koçî welatên din bike şermezar kir. Aktivîstan vê pêşniyarê weke ‘Sûcek li dijî mirovahiyê’ nirxandin.
Jinên li Xezayê ji ber dorpêça giran, bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ne, di bin gefa mirinê de dijîn, parêzvanên mafê jinan ên Tûnisê û parêzvanên mafê mirovan, diyarkirin ku ku ev pêşniyar ji bo nasnameya netewî ya Filistînê gefek mezin ava dike û hewldanek li dijî tunekirina dîroka berxwedanê ye.
Berxwedana jinan
Aktivîstên mafê jinan ên Tûnisê diyarkirin ku jinên Filistînê bi taybet li hemberî zehmetiyên wek xizanî û hilweşandin ên şerê li Xezayê bi xwe re aniye têdikoşin. Jinan îfade kirin ku ji ber şer, jin bi pirsgirêkên weke bi zorê ji cihêxwebûn, bê parmayîna ji mafên xwe ên bingehîn û tundiyê re rû bi rû tên.
Parêzvana mafê jinan Sabah Hacî anî ziman ku jinên Filistînê bi xeteriyên mîna gefa ewlehiyê û mafê jiyanê re rû bi rû tên û di raporên hatin belgekirin de êrîşên zayendî jî di nav de bi binpêkirinên herî giran ên mafê mirovan re rû bi rû dimînin. Sabah Hacî got: “Ji ber kêmaniya malzemeyên tibî, zehmetiyên xwegihandina xizmetên tenduristiyê, jin hertim di nava xeteriyê de dijîn. Çareserî ne bi zorê koçkirin e, divê pêkanîna desteka aborî û derûnî be.”
Li gor Sabah Hacî çareserî di hemu qadên civakê de bihêzkirina rola jinan, beşdarbûna wan a ji pêvajoyên biryardayînê û beşdariya jinûve avakirina Xezayê ye. Sabah Hacî wiha domand: “Jinên Filistînê tenê ne temaşevan in, hêmanên bingehîn ên têkoşîn û berxwedanê ne. Di xakên xwe de, hevrûbûna bi zehmetiyan re hildibijêrin.”
Bi zorê koçkirin, bê nasnamekirin
Aktivîsta mafê jinan Manal Hakî destnîşan kir ku jinên Filistînê tevî hemû zoriyan di berxwedanê de rolek girîng lîstine, bi taybet di sektorên tenduristiyê û xebatên alîkariya mirovî de sûdek mezin dane û wiha got: “Koça bi zorê, ne tenê pêşniyarek neyê qebulkirine, di heman demê de sûcek li dijî hemû mirovahiyê hatiye kirin e. Jin ne tenê parçeyek ji civakê ye, di heman demê de şewqek ya Xeza û Filistînê ye.”
Manal Hakî da zanîn ku jinên Filistînê ji bo welatê xwe têdikoşin û koça bi zorê red dikin û got: “Jinên Filistînê, di bin rûyê esîmanan de li şûna qûtbûna ji welatê xwe tercîh dikin ku di kampên koçberan de bijîn. Ji ber koça bi zorê, hewldanek li dijî hebûna wan û tunekirina mafê wan li welatê wan tune bike ye.”
‘Li dijî koça bi zorê mafê wan ê berxwedanê heye’
Manal Hakî wiha got: “Berxwedan bi jinê destpê dike û hêza civakê ji têkoşîna wan derdikeve. Jinên Filistîn hertim sembola berxwedan û têkoşînê ne. Bihêzkirina rola jinên Filistînê di civakê de divê destpêk be. Jin parçeyek ji berxwedan û têkoşînê ne û gelek fedekarî kirin. Li dijî koça bi zorê mafê wan ê berxwedanê heye. Di avakirina ji nûve ya Xeza de rola jinan ya aktîv ne tercih e, mecbûriyetek e.”
Manal Haki bal kişand ser girîngiya parêzvanên mafê jinan ên Filistînê, beşdariya jinan a di pêvajoyên biryardayînê de û parastina bînesaziyên civakê. Manal Haki got: “Berxwedana jinan, wê hebûna civaka Filistînê biparêze.”