Berxwedana Dayikan Artêşa Iraqê da rawestandin

Duh li gorî saeta herêmê saet di 13:00’an de hêzên girêdayî Artêşa Iraqê bi hamiran, çekên giran û hêzek mezin xwestin bikevin başaroka Til Ezêr ê başûrê rojavayê Şengalê, paşê jî xwestin bikevin Gir Zerik. Asayîşa Êzidîxanê û welatiyên derdorê li ser cadeyê kom bûn û xwe dan pêşiya leşkeran. Berxwedana welatiyên gundê Gir Zerik bi ser ket û Artêşa Iraqê ya ku dixwest êrîş bibe ser gund xwe paşve kişand.

 
NESRÎN HISÊN
Şengal – Ji hevpeymana 9’ê Cotmeha 2020’an ya di navbera sêgoşeya Bexda-Hewlêr-Tirkiyeyê de li ser nenasîna vîna rêveberiya xweser a Şengalê hatiye erêkirin heta niha tehdîd, tundî û êrîşên hikumeta Kazimî li ser Şengalê berdewam dikin. Li hemberî êrîşan berxwedana Şengaliyan jî bi çalakiyên cihêreng dewam dike û bi îsrar parastina ax û rumeta xwe dikin.
Di çarçova heman pilanan de duh li gorî saeta herêmê saet di 13:00’an de hêzên girêdayî Artêşa Iraqê bi hamiran, çekên giran û hêzek mezin a leşkeran xwestin bikevin bajaroka Til Ezêr ê başûrê rojavayê Şengalê. Berxwedana welatiyan hem ketina wan a Til Ezêr hem jî ketina Gir Zerik asteng kir.
Dayikên Êzidî yên sembola berxwedanê ne weke her carê ketin pêşiya çalakiyê û gotin: “Li ser vê axê xwîna zarokên me heye. Birîna me ya fermanê hê qalik negirtiye. Bila hikûmeta Kazimî, PDK û Erdogan bizanin em dayik pêjana vê axê ne. Ger bixwazin derbas bibin divê bidin ser me û wisa derbas bibin.”
“Ev ne rayedarên Iraqê ne çeteyên bi rûpoş in”
Nafya Meşo jî got ku Şengal hurmetê nîşanî yekparebûna Iraqê dide, tişta ku gelê Şengalê dixwaze ew e ku li gorî zagonên Iraqê rêveberiya xweser a demokratîk a Şengalê were naskirin û pejirandin. Nafya Meşo wiha domand: “Hikûmeta Kazimî nikare berxwedana me bişkîne, keç û lawên me 6 sal in Şengalê diparêzin. Hikûmeta Kazimî dixwaze bikeve herêmên me yên bi ewle. Heta niha hêzên Iraqê êrîşê me nekirin lê niha bi hikûmeta Kazimî ev jî bû, em wan wekî rayedarên Iraqê nabînin, ev çeteyên bi rûpoş in. Em îrp li vir li ber xwe didin, heta ku kesek ji me bimîne, em ê berxwedana xwe bidomînin. Dema fermann bi hezaran mirovan berê xwe dan çiyayan, me pir zehmetî kişand, tu kes li me xwedî derneket, jinên xwedî esîl ên vê axê bi ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin û firotin. Tiştên hatin serê me bi xirab bûn. Ji niha û pêve baweriya me bi tu hêzek ku xwedî li me derneket tune ye. Hêzên ku me diparêzin hene, asayiş YBŞ-YJŞ hene. Endamên van hêzan zarokên me ne. Em ê bi van hêzên xwe re li hemberî hemû êrîşan li ber xwe bidin. Niha cihê ku dixwazin bikevinê Gir Zerek e. Li vê derê qetliam çêbû. DAIŞ’ê li van deran gelek mirovên me qetil kirin. Hê jî gorên komî yên nehatine vekirin li van deran hene. Bi hezaran jin û zarok hê jî di destên DAIŞ’ê de ne, bila rayedarên Iraqê biçin wan rizgar bikin. Li cihê ku ji me re dibêjin em ji bo parastina we tên li vir, bila biçin kesên me yên dîlgirtî rizgar bikin.”
Gir Zerek gundekî girêdayî başûrê Şengalê Til Ezerê ye. Di navbera rojên 3 û 8 Tebaxa  2014’de DAIŞ’ê destpêkê ji vir dest bi êrîşan kir. Ji Gir Zerek heta Siba Şexdira û Til Ezerê êrîş kirin. Hikûmeta Kazimî jî di 9’ê Cotmehê de îmze avêt bin peymana ku îradeya Şengalê nas nake û bi wê yekê dixwaze wekî DAIŞ’ê ji heman derê dest bi êrîşan bike. Armanca wan ew e ku li van hêraman baregehên leşkerî ava bikin û Şengalê bixin dorpêçê.