Bertekên li dijî guhertina zagona Rewşa Kesane zêde dibin

Nerazîbûnên jinan li dijî guherîna zagonê berdewam dikin. Rêxistina Kobestî Komelayetî ya Kurd bi daxuyaniyekê bertek nîşanî guherîna zagona Rewşa Kesane da û diyar kir ku guhertina zagonê wê pirsgirêkên di nava civakê de zêdetir bike.

Navenda Nûçeyan- Hêzên Şîa yên li Parlamentoya Iraqê guhertinek ji bo zagona Rewşa Kesane pêşniyar kirin ku tê de mafê xwedîtiyê ji dayikan tê standin û rê li ber zewaca zarokên 9 salî vedike. Hiqûqnas û çalakvan dibêjin, zagon mafên jin û zarokan binpê dike û dibe sedema parçebûn û zêdebûna tundiyê di civakê de. Hewldanên ji bo guhertina zagona Rewşa Kesane ya Iraqê berdewam dikin û li hemberî wê jî nerazîbûnek tund ji bo rawestandin û bidawîkirina vê guhertinê heye. Di çarçoveya nerazîbûnan de rêxistina Kobestî Komelayetî ya Kurd li Silêmaniyê daxuyaniya çapemeniyê da û li dijî guhertinê derket.

‘Guhertina zagonê wê bibe sedema rewakirina sûcan’

Di daxuyaniyê de seroka rêxistina Kobestî Komelayetî ya Kurd Mardîn Uzêr axivî û wiha got: “Guhertina Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê, wê bi xwe re pirsgirêkan zêdetir bike, jin û zarok hemû civak wê ziyanek mezin jê bibînin. Di tevahî civakên Rojhilata Navîn de mezheb, bîr û baweriyên cuda hene lê ger bigihîje wê astê ku zagona Rewşa Kesane li ser were danîn, wê bibe metirsiya herî mezin ji bo civakê. Em weke Rêxistina Kobestî Komelayetî ya Kurd dixwazin zagona ku hatiye pêşniyarkirin neyê îmzekirin. Bi taybetî em bang li hêzên Kurd ên li parlamentoya Iraqê dikin ku rê li vê zagonê bigrin û ji bo neyê bicihanîn, bibin asteng. Ger zagon were erêkirin wê bibe sedema guhertina di zagona sivîl û ceza de jî. Ji ber ku guhertina zagona Rewşa Kesane wê rewatiyê bide sûcan. Ger ev zagon were bicihanîn, wê agirê wê bigihîje Herêma Kurdistanê jî û ji bo jinan wê bibe sedema pirsgirêkên mezintir. Zagona zewacê wê bikeve derveyî dadgehê. Bicihanîna vê zagonê, li dijî Danezana Mafên Mirovan e ku Iraqê jî îmze kiriye û li dijî destûra navxweyî ya Iraqê ye.”