Berteka jinan li dijî êrişan: Em ê erdê xwe nehêlin

Jinên ji navçeya Şêrewaya Efrînê li dijî êrîş û topbaranên dewleta Tirk a dagirker bertek nîşan dan û gotin: "Dewleta Tirk hemû zagonan bi hedefgirtina kampên koçberiyê binpê dike em ê jî tu car erd û gundên xwe jê re nehêlin."

HESNA MIHEMED

Şehba – Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18'ê Adara 2018'an de kantona Efrînê dagir kirin. Gelê herêmê ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk neçar ma koç bike û berê xwe da Şehbayê, kampên koçberiyê. Heft sal in êrîş û topbaranên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li ser Şehbayê û navçeya Şêrewaya Efrînê ranewestiyane. Di encama van êrîşan de gelek komkujî li ser gelê sivîl pêk hatin.

Di van demên dawî de êrîşên dagirkeriyê li ser herêmê dijwartir bûne û heya ku derdora kampa Veger a li gundê Ziyaretê û wargeha Şehbayê ya gundê Keştear ên navçeya Şêrewaya Efrîna dagirkirî hedef hatin girtin. Her wiha gundên nêzî sînor jî bi top û çekan tên hedefgirtin. Di encama êrîşên dawî de 3 kesên ku ji wan zarokek keç bû birîndar bûn. Navê birîndaran wiha ne; Ebdulrehîm Xubarî 84 salî ye, Mihemed Eebdulrehîm Xubarî 40 salî ye û zaroka bi navê Lîlav Elî Bekir ya 15 salî ya li kampa Şehbayê bi cih bûye birîndar bûn.

Der barê êrîş û topbaranên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, jinên ji navçeya Şêrewaya Efrîna dagirkirî nerazîbûnên xwe anîn ziman.

'Em gundên xwe ji Tirkiyeyê re nahêlin'

Dunya Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker rojane êrîşî sivîlan dike ji bo berxwedan û îradeya gelê herêmê biçewisîne û wiha got: "Bû heft sal em bi êrişan re rûbirû ne. Armanc bi van êrîşan ew e ku gelê herêmê ji herêmê koçber bibe, berxwedan û îradeya wan were têkbirin. Em tu carî terka ax û gundên xwe nakin û ji Erdoxan re nahêlin. Li hemberî êrîşan hêza me xurtir dibe û em xeta têkoşînê bilindtir dikin. Em hêza xwe ji hêzên xwe digrin û terka wan tu car nakin ji ber zarokên me axa me diparêzin. Em ê bi serbilindî vegerin Efrînê. Bi têkoşîna xwe em li warên koçberiyê berxwedana xwe berdewam dikin."

'Em tu carî ji warê xwe dernakevin û axa xwe ji wan re nahêlin'

Şêrîn Ehmed jî teqez kir ku dagirkeriya Tirk hemû qanûn û biryarên navneteweyî binpê dike û êrîşî wargehên koçberiyê dike û got: "Em êrîş û topbaranên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi tundî şermezar dikin. Dagirkeriyê êrîşên xwe li ser herêmên me dijwartir kiriye, bi taybetî di van demên dawî de derdora wargehên koçberiyê jî hatin hedefgirtin û di encamê de ziyanên madî û canî çêbûn. Bi hedefgirtina kampan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû zagon, biryar û hevpeymanên navneteweyî binpê dikin. Li cîhanê nayê qebûlkirin ku kampên koçberan bên hedefgirtin. Em tu carî ji deverên xwe dernakevin erdên xwe pêşkêşî Erdogan nakin."