Berpirsyarê ajalên li derve dijîn kî ye?

Koordînatora HAKIM’ê Fatma Bîltekîn li ser mijara 'Ajalên li kolanan dijîn' a bi fermana Erdogan veguherî qirkirina ajalên kolanan û divê çi bê kirin ji ajansa me re axivî.

ELÎF AKGUL
Stenbol- Piştî ku nûçeya li Dîlokê kûçikê pitbull êrîşî keçeke 4 salî kir derket, Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got "Cihê ajalên bêxwedî stargeh e” gelek şaredariyan bi îşkenceyê dest bi komkirina ajalên bêxwedî kirin. Ajalhez û rêxistinên mafên ajalan ku gelek dîmen parve kirin, nîşan dan ku li gelek deverên welat hin ajal bi tivingê hatine gulebarankirin, hin jî hatine şewitandin an jî organên wan hatine jêkirin. Jixwe parêzvanên mafên ajalan demeke dirêj lîsteya çareseriyê rêz dikirin; digotin ku pirsgirêk ne di ajalan de ye, pirsgirêk di xwediyên ajalan, de ye lewre xwediyên ajalan meyildarê tundiyê ne û şaredariyên ku karê xwe nakin dibin sedema pirsgirêkê.
Koordînatora Komîteya Çavdêriya Mafên Ajalan (HAKIM) Fatma Bîltekîn ku ji ajansa me re axivî, careke din bi bîr anî ku sûcdar ne ajal in. Fatma Bîltekîn destnîşan kir ku gotina "nîjada xeternak" ne zanistî ye, diyar kir ku berpirsyarê “pirsgirêka ajalên kolanan” hikûmet e û 
şaredariyên ku peywira xwe pêk neanîne be.”
"Fermana Erdogan li dijî hiqûqê ye" 
Fatma Bîltekîn bal kişand ser fermana Serokomar Erdogan a bi gotinên "ajalan kom bikin" ne qanûnî ye û destnîşan kir ku sepana komkirina ajalan a şaredariyan li dijî fermana "ajalan bigrin, derzî bikin, sêrbûn bikin û vegerîne cihê ku te lê girtin” a xala 6’emîn a Qanûna Parastina Ajalan e. Fatma Bîltekîn got; "Em dizanin şaredariyên ku malên xwedîkirine tune ne jî komkirin dikin” û wiha axivî:
“Erdogan vitês avêt û got 'yên ku li van ajalan dinêrin Tirkên spî ne, yên dewlemend li van ajalan dinêrin'. Ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku dilxwazên parastina ajalan deyndar in. Ji ber ku dilxwaz bi derfetên xwe hewl didin ajalên li kolanan bidin jiyîn. Kûçik yekem ajalê ku tê kedîkirin e. Em 12 hezar sal e bi kûçikan re dijîn. Em ji dapîr û bapîrên xwe fêrî xwedîkirina ajalan bûn. Em dizanin ev hemû gotin di rastiyê de hewldaneke ji bo berberîkirina civakê û guhertina rojevê ye.” 
Fatma Bîltekîn bi gotina "Dawiya vê dê ji bo ajalan were wateya mirinê" bi bîr xist ku li Tirkiyeyê ne strageh, malên xwedîkirine yên demkî hene û wiha got: "Em dizanin cihê ajalên li kolanan dijîn ne malên xwedîkirinê ne. Ev der kampên mirin û tecrîdê ne.”
“Yên xeternak ne ajal in, kesên ku wan xwedî dikin divê cezayê vê yekê jî ew bikşînin”
Fatma Bîltekîn diyar kir ku gotina "nijada xeternak" ne zanistî ye, li ser vê yekê tu lêkolînek nîn e û diyar kir ku her çend hilberandin, firotin û xwedîkirina ajalên ku wek "nijada xeternak" hatine destnîşankirin qedexe ye jî her sal zêdetir ajalên ku ji bo wan tê gotin "nijadên xeternak" tên desteserkirin. Fatma Bîltekîn got: “Em dixwazin kesên ku dê li van ajalan xwedî derkevin bên perwerdekirin, çavdêrîkirin, lêkdan û li hilberîna di binê derenceyan de tên kirin mudaxelê bê kirin” wiha berdewam kir:
“Ger em bixwazin pirsgirêka ajalên li kolanan çareser bikin divê em dawî li hilberînê bînin. Lê me di qanûna hat guhertîn de dît ku dê firotina pisîk û kûçikan ên li dikanên ajalan bi dawî bibe lê firotina pisîk û kûçikan a di zeviyên hilberînê de bi dawî nabe. Ango bazirganî nesekiniye. Yên xeternek ne ajal in, kesên ku wan xwedî dikin in divê cezayê vê yekê jî ew bikşînin.”
Fatma Bîltekîn destnîşan kir ku sedema zêdebûna hejmara ajalên li kolanan şaredarî ye û wiha axivî: “Ji ber ku şaredariyên ji sala 2004’an û vir ve neçar bûn sêrbûn (kisirlaştirma) çêbikin, ajalan girtin avêtin çiyayan, ajalên li wir bê kontrol zêde bûn li kolanan ajal gelek hene. Bi salan e em erka şaredariyan tînin bîra wan. Em dibêjin 'Ajalan neavêjin serê çiyayan, nehêlin li stargehan bimrin.' Lê ji ber ku ji sala 2004’an vir ve vê yekê dikin, pirsgirêkê kûrtir kirin. Heya ku hilberîn neqede, heya ku sêrbûnen bi şopandina prensîbên cerahî neyên kirin, heya ku em bi dilxwazan re bi awayekî koordîne nexebitin, hûn nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.” 
“Ew ê ajalan tune bikin”
Fatma Bîltekîn bi bîr xist ku giştînameya ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve hatiye ragihandin tenê di qanûnê de hatiye nivîsandin û got; “Niha ji ber ku Erdogan ferman daye, hewl didin vê yekê ji nişkave bikin. We di 17 salan de nikaribû vê yekê bikin, we anî rewşa pir xirab. Niha hûn ajalan bi awayekî îstîfkirî dibin malên xwedîkirinê. Şaredariyên ku malên xwedîkirinê li wan nîn in jî wan kom dikin, ne diyar e ku ajalan dibin ku derê. Ew ê ajalan tune bikin."
Fatma Bîltekîn diyar kir ji bo nakokiya mirov-ajalan kêm bibe divê sêrbûyîn bê kirin û ji ber bi milyonan ajal hene ev di rojekê de nayê kirin, diyar kir ku ji bo çareseriyê divê operasyonên cerahî yên ku bi salan werin meşandin, bên kirin û divê li cihên guncav noqteyên xwarinê û qulube bên çêkirin, ji bo zarok û mezinan li ser nêzîkatiya wan a ajalan perwerde bê dayîn. Fatma Bîltekîn bi gotina; "Ev jixwe di qanûnê de hatine nivîsandin” wiha wiha bi dawî kir “Ger van tiştan hatibûna sepandin, niha dê pirsgirêka ku em dijîn tune bûya.”