"Berpirsyar û teşwîqkarê vê komkujiyê hikûmet bi xwe ye"

Wekîla HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, komkujiya li Konyayê ya li dijî malbata Dedeogullari pêk hat û bû sedema mirina 7 kesan nirxand û got ku pêwîst e Tirk ji Kurdan bêtir bertek nîşanî komkujiyê bidin. Serpîl Kemalbay diyar kir ku bloka faşîst a AKP-MHP'ê mirovan teşwîqê komkujiyê dikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Navenda Nûçeyan- Di encama êrîşa çekdarî ya li dijî malbata Dedeogullari ya ku tê zanîn kurd in, duh li navçeya Meram a Konyayê, ji heman malbatê 4 jê jin 7 kes hatin qetilkirin. Hemû saziyên demokratîk, gelên herêmê jî di nav de, bertek nîşanî komkujiyê dan. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku bûyera li Konyayê pêk hat  ji ya Denîz Poyraz a, xebatkara partiyê ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hatibû qetilkirin, nayê veqetandin û diyarkir ku bloka û tifaqên faşîst ên AKP-MHP’ê qetliaman berdewam dikin û bûne sedema komkujiyan. Serpîl Kemalbay pêvajoya ku hat jiyîn ji ajansa me re nirxand.

"Sûcdar tên parastin"

Serpîl Kemalbay diyar kir ku di vê dema krîtîk a ku Tirkiye tê re derbas dibe, xerabiya rêxistinî û şîdeta nijadperestî ya li dijî gelê Kurd tê wateya asteke nû. Serpîl Kemalbay da xuyakirin ku yên Denîz Poyraz qetil kirin heman kesên teşwîqkar ev polîtîkayên nijadperestî li dijî Kurdan meşandin. Serpîl Kemalbay da xuyakirin ku di hemû êrîşên ku pêk hatine de ne yên rastî êrîşê mane, kiryar bi xwe hatine parastin.

“Sedema van êrîş û qetliaman hikûmet e"

Serpîl Kemalbay anî ziman ku hewl tê dayîn êrîşên nijadperest weke bûyereke bi serê xwe werin nîşandan û wiha berdewam kir;

“Beriya her tiştî, gotinên nefretê yên hêzên siyasî û polîtîkayên li dijî Kurdan rê li ber van komkujiyên nijadperest vedike. Di van rojên dawî de, Kurd wek sedema şewata daristanên Manavgat, Marmarîs û gelek deverên din hatin nîşandan. Bi organîzekirina kampanyayên medyaya civakî ji hêla trolan ve, êrîşên nijadperest hatin teşwîqkirin. Divê mirov texmîn bike ku ku ev êrîşên nijadperest ên li dijî Kurdan bi serê xwe nîn in, berevajî, pir organîzekirî ne. Di encama planên qirêj ku ji hêla dewletê ve ji bo mebestek taybet hatine çêkirin pêk hatine. "

"Dixwazin êşên nû bi civakê bidin jiyîn”

Serpîl Kemalbay der barê hewldana darizandina darbeyeke nû ya bi lîstina civakê û wiha got: “Komkujiya Pirsûsê ku bi pêvajoya komkujiya 10’ê Cotmehê re hewayek tirsê ava kir, êrîşên faşîst ên nijadperest ku partiya me û Kurd hedef digirtin ji aliyê heman teşwîqkaran ve bi heman mebestê hatin organîzekirin. Divê desthilatdariya siyasî nefret û nijadperestiyê nexista nava civakê. Berevajî, ew dixwazin komkujiyan bê ceza bihêlin û bi Rewşa Awarte û rêzederbeyan li ser desthilatdariyê bimînin û êşên nû bi civakê bidin jiyîn."

"Divê kesên ku ne Kurd in zêdetir li hemberî êrîşan bertek nîşan bidin"

Parlamentera HDP'ê, banga rawestandina êrîşan kir û wiha got paşguhkirina van êrîşan nijadperestî ye. Serpîl Kemalbay da xuyakirin ku divê civaka Tirk van senaryoyan baş bibîne û wiha domand:

 “Îro, hewl tê dayîn ku raya giştî ya demokratîk a li dijî Kurdan parçe bibe û aliyek ji civakê weke temaşevan ji aliyekî din re were hiştin. Vê carê divê xeletiyek wiha neyê kirin. Berevajî, divê kesên ku ne Kurd in li hember van êrîşên nijadperest û faşîst ji Kurdan xurtir tevbigerin, divê îtîraz bikin û li dijî komkujiyan biseknin. Dibe ku pêwîst e em careke din binê wê xêz bikin; ne Denîz Poyraz "ji hêla nexweşek giyanî ve hat kuştin, ne jî êrîşên nijadperestî yên li ser karkeran ji aliyê kesan ve hatin kirin, ne jî 7 endamên malbata Dedeoglu ku 4 ji wan jin in, bi dijminatiya malbatî, li Konyayê hatin kuştin. Ev hemû komkujî êrîşên nijadperest in. Mîna êrîşên nijadperest ên li Elmanyayê li dijî malbatên Tirk, malbata Dedeoglu jî ji aliyê mirovên bi jehra nijadperestiyê dagirtî ve hatin tehrîkirin û qetilkirin."

Serpîl Kemalbay axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir; “Destpêka vê komkujiyê ew hêza siyasî ye ku gotinên nefretê belav dike, di her fersendê de dijminatiya Kurdan dike, nijadperestiyê gur dike û tu gavan ji bo tedbîrê nastîne, Blok û tifaqên faşîst ên AKP-MHP’ê ne. Hemû partiyên muxalefetê yên ku bertek nîşan nadin, bila bizanibin ku mîna êrîşên nijadperestî yên hatine kirin, her yek ji wan dê şirîkê vî sûcî be.”