'Berpirsên zilmê Serokomar û Wezîrê Dadê ye'

Xizmên girtiyan, di roja 3792’emîn a nobeta edaletê de careke din bang li rayedaran kirin.

Amed - Nobeta edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin îro jî li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê berdewam kir.

Rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) tevlî çalakiyê bûn.

Ji xizmên girtiyan Încî Guler di axaftina xwe ya ku balkişand berpirsyarê herî mezin yê vê zilme Serokomarê AKP’yî û Wezareta Edaletê ye, wiha got: “Li girtîgehan girtiyên rewşa wan a tendirustiyê pir xirab hene. Ne partiyên siyasî ne jî saziyên cemaweriyê di vê mijarê de bi wijdan tev nagerin. ‘Ger îro em bi, sibê hûn in’. Bila girtiyên nexweş ben bardan, berdana kontrol pêkbînin. Lê hêj partiyên siyasî bêdeng in. Heta ku dor neyê zarokên wan me fêm nekin, lê em her tim dibêjin girtî di girtîgehê de, em jî li derve berxwedana xwe berdewam bikin.”

Nobet, bi dirûşmayên "Heq hiqûq edalet" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.