Bermahiyên şer ziyanê dide zarokan

Di sala nû de li Îraqê jimara zarokên ji ber sedema şer jiyana xwe ji dest dane zêdebûne.

Navenda Nuçeyan – Li gorî belgeyên Rêxistina Mafê Zarokan a Netewên Yekbuyî (UNICEF) sala 2021’an li Iraqê asta şideta li beramberî zarok û ciwanan zêde bûye û zarok bi mirinê re rû bi rû diminin.
Rêxistinê di belgeya xwe de cîh da van agahiyan: “Di 10 rojên borî de li qampek ya penaberan a li ser bi bajarê Hewlêrê yê Herêma Başurê Kurdistanê ji bê derfetiyên sistema konan 3 zarok şewitine. Di êrîşek li herêma Gare ya girêdayî parêzgeha Dihokê 2 zarok birindar bûn. Roja çarşemê li parêzgeha Necef ya Iraqê bombeyek a berê çandî bû bi sê zarokan de teqiya. Sê zarokên xwişk û birabûn ên dema xîz komkirin ji bo bifiroşin û pê debara xwe bikin bombe bi wan de teqiya. Di dema teqîna bombeyê de zarokekê jiyan xwe ji dest da û du jî birîndarbûn.”
Her wiha li gora belegeyên bi destê UNICEF keti, di teqinek ya li paytexata Iraqê Bexda de 32 welatiyan jiyana xwe ji dest dane ku di nav de zarok jî hen e.