Bereya Piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re piştgiriya xwe bi Rojava re ragihand
Li Silêmaniyê, Bereya Piştevaniya Bi Rojavayê Kurdistanê re daxuyaniyek da û destnîşan kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê peyman û mafên zimanê Kurdî binpê dike. Bereyê da xuyakirin ku gelê Kurd dê li hemberî her cure êrîş û ferzkirinan li ber xwe bide.
Silêmanî – Li avahiya nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Silêmaniyê, Bereya Piştevaniya Bi Rojavayê Kurdistanê re têkildarî rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek çapemeniyê da. Gelek çalakvan û rojnamevan beşdarî daxuyaniyê bûn.
Helwesta bereyê ya li sûriyeyê
Di daxuyaniyê de Bereyê piştgiriya xwe ya bi Rojavayê Kurdistanê re ragihand û wiha got: “Me di destpêka pêngava entegrasyona demokratîk û pêkanîna aştiyê ya li Rojavayê Kurdistanê de piştevaniya gelên Sûriyeyê û hemû pêkhateyan kir. Li gorî me, şer wê aloziyên li Sûriyeyê mezintir bike û ziyanên madî û mirovî zêdetir bike. Em cudakariyê di navbera welatiyan de naxwazin; em wekheviyê li gorî mafên mirovan dixwazin. Gelê Rojavayê Kurdistanê ji bo mafên xwe têdikoşe û dê li hemberî hemû êrîşên li dijî Kurdan li ber xwe bide. Em piştgiriyê didin gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê û em ê her piştgiriyê bidinê.”
Binpêkirinên domdar
Di heman çarçoveyê de Rûbar Ehmed, endamê Bereya Piştevaniya Bi Rojavayê Kurdistanê, ji ajansa me re axivî û diyar kir: “Bereya Piştgiriyê û Nûnertiya Xweser a Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya Kurdên li herêmê û derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de civîneke çapemeniyê li dar xist. Tevî ku peyman di navbera Kurdan û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hatine çêkirin, lê belê metina lihevkirinê ji aliyê hikûmeta demkî ve tê binpêkirin. Yek ji wan mijarên ku tê sînordarkirin jî mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî ye. Em van binpêkirinan bi tevahî şermezar dikin.”
Rûbar Ehmed destnîşan kir ku “Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi eşkereyî hewl dide ku îdeolojiya DAIŞ’ê li ser gelê Kurd ferz bike, lê Kurd îdeolojiya DAIŞ’ê qebûl nakin.” Rûbar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wekî Bereya Piştevaniya Bi Rojavayê Kurdistanê, piştgiriyê didin gelê xwe yê li Rojavayê Kurdistanê.”