Berdevka TAJÊ Sabîha Sebrî: Em ê Şengalê radestî tu kesê nekin

Berdevka TAJÊ Sabiha Sabrî ku bertek nîşanî ketina Şengalê ya PDK'ê ku di fermana 74’emîn de gelê Êzidî li dijî hovîtiya DAIŞ’ê tenê hişt da û wiha got: "Em komkujiya li dijî jinên Êzidî ji bîr nakin û em ê tu carî nehêlin hêzên ku bûn sedema komkujî careke din li Şengalê pêk were. Em ê li pêşberî her cure êrîşan bisekinin û Şengalê radestî tu kesê nekin.

SITÎ ROZ
 
Şengal- PDK ji bo pêşî li fermana 74'an veke, Şengala bê şer di destên DAIŞ'ê de hişt. Êzidiyan bi hêz û piştgiriya ku ji tekoşîna azadiyê girtin, ji bo xwe ji fermanan rizgar bikin li ser bingeha hêza xwe Şengalek xweseriya demokratîk ava kirin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bêtehemuliya xwe ya li hemberî îradeya xweser a Şengalê bir hemû qadên siyasî û leşkerî bi danîna bingehên tifaqa 9'ê Cotmehê, xwest ku bi qanûnan ji bo plana dagirkirina Şengalê perdeyek vebike. Tifaqa 9'ê Cotmehê li riya Hewlêr-Bexda-Enqereyê zivirî. KDP dixwaze hesabên ku bi tifaqa 9’ê Cotmehê kiriye vê carê bi rê û rêbazên cuda biceribîne. Planên ku pêşmergeyan di bin navê propagandaya hilbijartinê ya 2'ê Cotmehê de bibin Şengalê, vê carê jî ji ber berxwedana xurt a gel pêk nehat. KDP’a ku têkçûn li pey têkçûnê dijî, xwest bi komî di 4'ê Cotmehê de dîsa bikeve Şengalê. Gel hemû eniyên Şengalê bi rengekî ku hesabên qirêj ên PDK'ê pûç dikin, girt. Jin bûn sembola berxwedana Şengalê. Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sabîha Sebrî têkildarî geşedanan pirsên ekîba ajansa me bersivandin.
“Bi hezaran pêşmerge sibeha fermanê reviyan" 
Rola PDK’ê di fermana 74’an de çi bû? Di ser fermanê re 7 sal derbas bûn, Şengalê xwe kom kir û pergalek demokratîk ava kir. Di 7 salên dawî de israra PDK’ê ya ji bo Şengalê dike çi ye?
Tê zanîn ku PDK’ê di dema fermanê de civaka Êzidî terikand. Dibejin ku di sala 2014’an de yanî beriya fermanê, yên ku Şengalê diparastin pêşmergeyên PDK’ê bûn. Aştî Koçer di heman demê de berpirsê pêşmergeyên Şengalê bû. Dema ku ferman pêk hat, hemû cîhanê di çapameniyê de temaşe kir ku pêşmerge li ber çavên gel direvin. Ciwanên Êzidî di çeperan de li dijî DAIŞ’ê şer dikirin lê pêşmergeyan hemû hêza xwe kom kirin û ji Şengalê reviyan. Pêşmergeyan ji bo ku canê xwe biparêzîn, bi hezaran jinên Êzidî kirin qurban. Hemû jinên Êzidî vê dizanin. Aştî Koçer û pêşmergeyên wî ji bo canê xwe biparêzin hemû Êzidiyan kirin qurbana jiyana xwe. Aştî Koçer berpirsyara Liga 17’an bû. Hemû cîhan dizane ku fermana li dijî Êzidiyan ji ku hatiye û kê piştgirî daye. Li Şengalê bi hezaran pêşmerge hebûn û serê sibehê di nava saetekê de kesek tenê jî nema. Di fermanê de herî zêde jinên Êzidî êş kişandin. Di dîroka mirovahiyê de fermanek bi vî rengî nehatiye dîtin. Li ber çavên hemû mirovên li cîhanê jinên Êzidî bi komkujiyek hovane re bi kiryarên dijmirovî û dijexlaqî re rûbirû man.
"Armanca wan tunekirina Êzidiyan û baweriya wan bû" 
Her wiha divê mirov bal bikşîne ser berxwedana gel û têkoşeran a li dijî fermanê. Wan Şengal ji destên DAIŞ’ê rizgar kirin û gelê Şengalê fêr kirin ka çawa xwe biparêzin. Di ser fermanê re 7 sal derbas bûn lê Şengal hê jî bêyî ku bi derve ve girêdayî be dikare xwe biparêze. Civaka Êzidî li çiyayê Şengalê li ber xwe dide. Tifaqa di navbera DAIŞ û PDK’ê de tunekirina Êzidiyan û baweriyên wan bû. Hatina şervanan plana qirkirina Êzidiyan pûç kir. Di berxwedana Şengalê de bi hezaran Êzidî şehîd bûn. Piştî berxwedaneke mezin Şengal perçe bi perçe ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Dema ku Şengal hat rizgarkirin, civaka Êzidî vegeriya ser xak, gund û malên xwe. Bi hezaran Êzidî herikîn çiyayê Şengalê. Şervanên ku ji bo parastina Êzidiyan hatin, ji bo gelê Êzidî xwe biparêze ji ciwanên Êzidî hêzeke parastinê ava kirin.
Siyaseta ku PDK'ê li dijî vîna li Şengalê dimeşand, wê demê li Şengalê çawa xuya dibû?
Rizgarkirina Şengalê ya ji aliyê başûr û hêza parastinê ji aliyê zarokên Êzidî ve hat xurtkirin. Reva PDK’ê ya ji fermanê ji aliyê her kesê ve dihat zanîn. Ev di hemû aliyan de PDK’ê kir nava zorî û zehmetiyan. PDK nikaribû tehemul nîşanê bihêzbûna Şengal û Êzidiyan bide. Di sala 2017’an de, bi pêşmergeyên roj li ser xetên Xanesor û Sinûnê êrîşî îradeya Êzidiyan kirin. Wê demê xeta Sinûnê dagir kirin. Wan di xeta Sinûnê ya ku ket destên wan de nehişt ku gel were û biçe. Wan bi taybetî bêyî ku rûye wan sor bibe û şerm bikin, di her fersendê de, zext û êrîş li mirovên berxwedêr kirin. Destûr nedihat dayîn ku gel ji gundan derbikeve. Ew mîna ku tiştek neqewimîbe bi despotîkî nêzî cihê ku lê bi cih bûne dibûn.
Piştî fermanê, PDK’ê bi hêzeke dijwar êrîşî kesên ku nû baş bûbîm kir û hin cih girtin. Gelo piştî wê çawa ji wan deveran derket?
Li gel bêzarbûna piştî referandûma 2017’an a Basûrê Kurdistanê, PDK’ê xeta xwe ya îxanetê zêdetir kûr kir. Şengal jî tê de hemû deverên ku di nav 140 xalên li ser xeta Kerkûkê de hene, radestî hêzên Heşdî Şabî kirin. Çawa ku ew di pêvajoya fermana 2014’an de bêyî ku li paş xwe binêrin reviyan, di sala 2017’an de jî bêyî ku li paş xwe mêze bikin hemû erdên xwe radestî hêzên Heşdî Şabî kirin û wan hemû çekên xwe jî li paş xwe hiştin û reviyan. PDK’ê cara duyemîn îxanet li civaka Êzidî kir.
"Tifaqa 9’ê Cotmehê di encama siyaseta qirêj a PDK’ê de bi pêş ket" 
Çi têkiliya Aştî Koçer û Tûgaya wî ya 17’emîn a Pêşmergeyan ku di fermana 74’emîn de hatin sînorê Şengalê, bi tifaqa 9’ê Cotmehê re heye ?
Di ser fermanê re 7 sal derbas bûn. Civaka Êzidî bi derfetên kêm rêxistinên xwe ava kirin û îro xwedî pergaleke ku hemû civak û hêzên parastinê jî digre nav xwe hene. Em, civaka Êzidî, bi taybetî dayikên Êzidî, dibêjin ku bi hêz û vîna xwe, bêyî ku pêwîstî bi tu hêzek derveyî hebe xwe bi rêve bibin. Em li hemû gund û bajaran bi rêxistin in. Îro pêwîstiya civaka Êzidî bi kesî tune ye. PDK li dijî rêxistinbûna civaka Êzidî polîtîkayek qirêj dimeşîne. Dixwazin bi siyaseta xwe ya qirêj civaka Êzidî bixin bin siya xwe. Tifaqa 9’ê Cotmehê di encama siyaseta qirêj a PDK’ê de bi pêş ket û ev tifaq li dijî vîna Êzidiyan çêbû. PDK’ê ji bo vegera Şengalê û jinavbirina Êzidiyan hemû rê ceribandin û ji bo bi Iraqê re bikevin Şengalê qanûnan çêkirin û bi wan qanûnên ku çêkirine dixwazin werin Şengalê. Dayik, jin û civaka Êzidî ji bo pûçkirina tifaqa 9'ê Cotmehê têkoşînek mezin dan. Tifaqa 9’ê Cotmehê bi qismî hat rawestandin. Îro jî Aştî Koçer, Viyan Dexîl û Mihemmed Xelîl dixwazin dîsa bi hêzên xwe yên pêşmerge êrîşê Şengalê bikin û ev beşek ji tifaqa 9’ê Cotmehê ye. Niha vê yekê bi navê hilbijartinên ku civaka Êzidî jê bawer nake dikin. PDK bi fermandariya Aştî Koçer dixwaze di bin navê hilbijartinê de hêzên pêşmerge bîne Şengalê.
"Êzidî hêzên pêşmerge naxwazin" 
Rastiya ku hêzek bûye sedema ferman û bi dehan carî îxanet li civaka Êzidî kiriye dîsa dixwaze bê şerm were Şengalê bêrûyîtiya wan nîşan dide. Di çapemeniyê de, dibêjin ku ‘ger em venegerin Şengalê dê li wê derê aramî bi pêş nkeve.’ Berî û piştî 2014’an bi giştî Iraq cihê herî bê îstîqrar bû. Iraq hê jî nikare sîstema xwe ava bike lê Şengal ne wiha ye, Şengalê bi pergala xwe re aramî ava kir. Civakê bi pergala ku hat avakirin bawer kir û ew dizane ku pergala pêşketî dê îxanetê li civakê neke. Civaka Êzidî û bi taybetî jî jinên Êzidî wê li dijî her êrîşa ku li dijî pergal û vîna wan e, bisekine. Civaka Êzidî ne Êzidiyên berê ne. 
“Em ê Şengalê radestî tu kesê nekin”
Jinên Êzidî helwesta xwe ya li hemberî hewldana pêşmergeyan a ji bo dagirkirina Şengalê bi zelalî nîşan dan. Jinên Êzidî yên ku xwe bi rêxistin dikin, li dijî xeta KDP'ê ya ku bû sedema fermanê, têkoşîneke çawa dê bimeşînin?
Em ê komkujiya li ser jinên Êzidî ji bîr nekin û em ê tu carî nehêlin ku hêzên bûne sedema komkujiyê careke din bikevin Şengalê. Li ser her bihostek axa Şengalê xwîna şehîdên me heye. Li vê xaka ku bi xwîna şehîdên me hatiye avdan, cihê wan tune ye. Weke tevgera jinan, helwesta me ya li dijî îxanetê û her êrîşeke li dijî vîna civaka Êzidî diyar e. Me li Şengalê jiyana hevpar bi baweriyên cuda û civakên cuda ava kir. Me heya niha êrîşê tu hêzan nekiriye. Di bin banê rêveberiya xweser de, li tu bawerî û tu civakan neheqî nehatiye kirin, berovajî wê cihê xwe girtiye. Em, bi taybetî jinên Êzidî, em ê her dem li dijî êrîşên ku li dijî îradeya me bi pêş bikeve bisekinîn. Em ê Şengalê radestî kesê nekin.
PDK bi bikaranîna nasnameya xwe ya Êzidî dixwaze êrîşe Şengalê bike. Civaka Êzidî vê yekê çawa dinirxîne?
Hin Êzidî şirîkên siyaseta qirêj a ku li hemberî Êzidiyan hatiye pêşxistin in. Viyan Dexîl û Mihemmed Xelîl mînaka vê yekê ne. Mihemmed Xelîl berî fermanê qeymeqamê Şengalê bû û Viyan Dexîl li ser navê civaka Êzidî beşdarî meclisê bû û wan tiştek ji Êzidiyan re nekir. Wan heya niha tiştek ji bo Êzidiyan nekirine. Gel wan nas dike. Ji salvegera tifaqa 9’ê Cotmehê re demek kêm maye. Ew dixwazin tiştê ku dijmin nikaribûye bike, bi qanûnê bikin.
Banga hestiyariyê 
Jinên Êzidî hatina Aştî Koçer a Şengalê çawa dinirxînin?
Ji bo jinên Êzidî hatina Aştî Koçer a Şengalê wekî hatina DAIŞ'ê ye. Ew di pêvajoya fermanê de pêşeng û berpirsiyarê pêşmergeyan bû, wan piştgirî neda ciwanên di çeperan de şer dikin û reviyan. Hê birînên me jinan nehatine pêçan, bi hezaran jinên Êzidî hê jî di destên DAIŞ'ê de ne û yek ji navên ku bûne sedema van hemûyan Aştî Koçer e. Bi çi rûyî dixwaze were Şengalê? Li gel wan şerm nîn e. Yekane armanca PDK'ê ew e ku vîna li Şengalê tune bike. Dixwazin Şengalê ji fermanên nû re vekirî bihêlin. Beriya fermanê, bi sedan ciwanên me ji aliyê pêşmergeyan ve hatin îdamkirin. Hemû serpêhatiyên me, di nav civaka Êzidî de ji bo me ezmûnek girîng çêkirin û em êdî wekî berê li gelek tiştan nanêrin. Me ew nas kirin. Dixwazin di şexsê Êzidiyan de civaka Kurd tune bikin. Divê her kes bizanibe ku ger civaka Êzidî tune bibe, ew ê Kurdîtî jî nemîne. Divê Kurd di vê mijarê de bêtir hesas bin. Divê ew rê bidin Şengalê. Em civaka Êzidî, wê siyaseta qirêj a li dijî me hatiye bipêşxistin qebûl nekin û em ê li pêşberî wê bisekinin ku hemû cîhan vê bizanibe. PDK hevkariya xwe ya bi MÎT’ê re, ne tenê li Şengalê li her derê dimeşîne. Ji ber vê yekê pêwîst e em li dijî wê bisekinin.