Îlham Ehmed têkildarî civîna Şamê agahî parve kir

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed têkildarî naveroka civîna ku li Şamê bi Ehmed El Şeri re pêk anîbûn û xebatên entegrasyonê agahî parve kir.

Navenda Nûçeyan – Têkildarî civîna ku 15’ê Nîsanê li Şamê di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Serokê Hikumeta Demkî ya Suriyeyê Ehmed El-Şeri de pêk hatibû, dîsa derbarê asta xebatên entegrasyonê, astengî û zehmetiyên heyî de, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Derbarê perwerdeyê de

Îlham Ehmed diyar kir ku di civîna li Şamê de li ser astengiyên di pêkanîna pêvajoya entegrasyonê de rawestîne. Ji bo rakirina astengiyan herdu alî (Rêveberiya Xweser û Şam) di nava hewldanan de ne.

Îlham Ehmed da zanîn ku yek ji mijarên civînê pergala perwerdeyê ku heta niha bawernamên xwendekaran nehatine erêkirin û got: “Gelek dem ser lihevkirina 29’ê Çileyê derbas bu, lê hîn ev mijar nehatiye çareserkirin. Me li hev kir ku di demek nêzîkde herdu wezîrên perwerdeyê û wezîrê xwendina bilind ji bo danîna mekanîzmeyekê, sardana parêzgeha Hesekê bikin û vê mijarê bi dawî bikin. Her wiha derbarê pergal û zimanê xwendinê  de di dema pêş de wê li ser mijarê hevdîtin werin kirin û biryar werin girtin.”

Îlham Ehmed îfade kir ku heta niha di aliyê pergala îdarî de tenê li ser mijarên tenduristî û perwerdeyê erkdarkirina midûriyetan hatiye çêkirin, mudîriyetên ku hîn nehatine diyarkirin jî, bi lezgînî wê bên diyarkirin. Ji bo vê mijarêjî wê mekanîzmek nu were danîn da ku erkdankirina di saziyan de jî bidawî bibe.

Mijara Entegrasyonê

Îlham Ehmed bi bîr xist ku di çarçoveya entegrasyonê de hinek gav hatine avêtin, lê pêvajo giran dimeşe.  

Îlham Ehmed anî ziman ku di warê erkdarkirina temsîliyeta herêman de gavên erênî hatine avêtin, lê hîn gavên ku divê têkildarî erkdarkirinên wezaret û mudîriyetan bên avêtin jî hene.

Deriyên Sînor

Îlham Ehmed têkildarî deriyên sînor ku mijarek bingehîn a entegersayonê ye, diyar kir ku mekanizmaya rêvebirina deriyê Sêmalka û deriyên sînorî yên din hatiya avakirin, di çarçoveya tekamulan de kesên karmend ên ku bi navê Rêveberiya Xweser kar dikirin, li ser esasê entegrasyonê xebat didomînin.

Guhertin wê li ser esasê pisporiyê pêk were

Îlham Ehmed da zanîn ku di aliyê pêkanîna mekanîzmeyê de gelek pirsgirêk derketine û ev pirsgirêk wiha rêz kirin: “Berpirsên hinek mûdiriyetan yên li parêzgehê beriya niha ji aliyê hikumeta demkî ve piştî ku rejîma Esed rûxiya hatibûn diyarkirin. Evjî bi xwere pirsgrêka derdixe. A rast ewe ku derbar wan berpisyaran de lihev kirin hebe.  Gelek karmendên Rêveberiya Xweser hene, divê ev karmend li derveyî kar nemînin. Divê ji bo erkdarkirina kesên ku Rêveberiya Xweser pêşkêş dike û yên hikumeta demkî diyar dike de lihevkirinek hebe. Rêveberiya Xweser demeke dirêje kar dimeşîne û bûye xwedî tecrubeyek, divê ev li ber çavan bê girtin. Hem tesiliyet û hem tecrube û ezmun girîngin di diyarkirina berpisyaran de. Guhertin wê li ser esasê pisporiyê pêk were, A girîng xizmeta civakê û temsîliyet e. Li vê deverê Kurd, Suryan û Ereb bi hev re dijîn.”

Mijara jin û astengî

Îlham Ehmed diyar kir ku mijara temsiliyet û îradeya jinan hîn jî pirsgirêk e û got: “Di Rêveberiya Xweser de hejmareke zêde ya jinan kar dimeşand. Di aliyê heykelî de şêwazên saziyên Rêveberiya Xweser û yên hikumetê ne wekî hev in, heta radeyekê dişibin hev lê di asta rêvebirina miduriyetan de ne weke hev in. Di çarçoveya entegrasyonê de ji bo erkdarkirinê navên jin û mêran jî tê pêşkêşkirin. Heta niha midûrên perwerde û tenduristiyê hatine erkdarkirin, lê herdu jî mêr in. Lewma dive tevlîkirina jinan weke xisûsiyetekê were berçavkirin, roleke girîng were dayîn. Di vê mijarê de zehmetî û astengiyên cidî hene.”

‘YPJ di rojevê de ye’

Îlham Ehemd destnîşan kir ku yek ji mijarên li pêşiya wê asteng hene jî, mijara YPJ’ê ye û wiha dom kir: “Her çiqasî di nîqaşan de encamek nû ji bo YPJ’ê derneketibe jî, lê ew hîn di rojevê de ye. Nîqaşa li ser fermîkirina YPJ’ê di rojeva hikûmeta demkî de ye jî. Ev dê heta pêkanîna lihevkirinekê dewam bike.”

Yek ji mijarên entegrasyonê jî hilbijartina nûnerên parêzgehên Hesekê û Kobanî yên ji bo parlamentoyê (Meclisa Gel a Suriyeyê) ye. Têkildarî mijarê Îlham Ehmed da zanîn ku amadekariya vê xebatê bi rêya komîteyeke navendî û komîteya amadekar a Parêzgeha Hesekê tê meşandin û got ku komîteya amadekar xwedî înîsiyatîf e.

Şaredarî wê bên birêxistinkirin

Di axaftina xwe de Îlham Ehmed behsa pergala Şaredariyên Gel ên li Rojava jî kir û diyar kir ku şaredarî di çarçoveya sîstema nû de çiqasî ji bo civakê xizmetê bikin, wê parêzgeha Hesekê jî ew qas jî zûtir karibe xwe nû bike. Demokrasî li ser temsîliyet û xizmeta civakê pêş dikeve, lewma divê ew xwe ji bo pêvajoya nû amade bikin.

Xebatên destûra bingehîn

Girêdayî mijara amadekirina destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê jî Îlham Ehmed da zanîn ku piştî mijara diyarkirina nûnerên Rojava yên ji bo parlamentoyê, dê meseleya destûrê jî cidî têkeve rojevê û got: “Dê Kurd jî cihê xwe di komîteya nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de bigirin. Pêwîstiya Suriyeyê bi destûreke bigehîn a nû heye û ji bo wê pêwîstî bi komîteyeke ku temsîla hemû neteweyan bike heye. Kurd jî şirîkên esasî yê avakirina vî welatî ne. Lewma divê rolek esasî ya wan hebe. Ev jî di dema pêş de wê pêk were.”

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di dawiya nirxandinên xwe de diyar kir ku mijara dilgirtiyan hîn di rojevê de ye û wan di hevdîtinan de bal kişandiye ku di zutirîn demê de tevahî girtî werin berdan.