Berdana Derya Ren sê meh hate taloqkirin

Bi biryara Lêjneya Şopandina Îdarî ya Girtîgehê 3 meh berdana rojnamevan Derya Ren hate taloqkirin.

Navenda Nûçeyan- Rojnamevan Derya Ren ku li girtîgeha Girtî ya jinan ya Amedê tê girtin li bendê bû ku di meha Gulanê de were berdan. Hate diyarkirin ku hefteya borî ji aliyê Lêjneya Şopandina Îdarî ya Girtîgehê berdana Derya Ren 3 mehan hate taloqkirin. 

Nûçegihana ajansa JINNEWS  Derya Ren di serdegirtina malan a di 25'ê Cotmeha 2022'yan de li Amedê tevî gelek rojnamevanan hate binçavkirin. 3 sal û 13 meh û 15 roj cezayê hepsê ya ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 6'emîn a Rihayê ve bi hinceta ‘Bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê’ hatibû dayîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin û Derya Ren hat girtin.

Di 31'ê Tebaxa 2023'yan de ji bo "Serbest berdana bi şert" serî li 1'emîn Dadweriya Înfazê ya Amedê dabû. Lê belê bi hinceta ku ‘Bi daxwaza xwe di odeya endamên rêxistina PKK’ê de li girtîgehê maye de’ daxwaz hate redkirin.