Ber bi 8’ê Adarê ve: Jinên Tûnisî bi cihêkariyê re rû bi rû ne
Çalakvanên jin ên Tûnisî bi nêzbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê diyar kirin ku tevî destkeftiyên ku jina Tûnisî bi dest xistiye û bi nêzbûna 8’ê Adarê jî, jina Tûnisî ji pêkanîna wekhevî û edaletê dûr e.

NEZÎHA BOSEÎDÎ
Tûnis – Roja Jinan a Cîhanê ku her sal di 8'ê Adarê de tê pîrozkirin, ji bo jinên Tûnisê û jinên cîhanê tevahî xwedî taybetmendiyek cuda ye. Li Tûnisê di vê rojê de destkeftiyên jinan tên pîrozkirin. Her wiha bi rol û mîsyonên jinan di nava qadên jiyanî, siyasî, aborî û çandî de tê pênasekirin. Her wiha di vê rojê de balê dikşînin ser kêşeyên ku jin pê re dimînin weke cudakarî û tundiyê. Ji ber vê yekê çalakiyên xwe li ser esasa peydakirina çareseriya ji van pirsgirêkan re li dar dixin.
Her wiha li Tûnisê ev roj balê dikşîne ser zagon û siyasetên ku piştevaniya mafên jinan dikin. Bi taybetî piştî guherînên siyasî û civakî ku li welêt di van salên dawî de rû dane. Di heman demê de jin di vê rojê de soza pêkanîna wekheviyê û pêşxistina mafên jinan nû dikin.
'Zagonên parastina jinan nakevin meriyetê'
Koordînasyona Eniya Wekhevî û Mafên Jinan Hacer Nasêr bal kişand ser destkeftiyên ku jina Tûnisî bi dest xistiye û wiha got: "Jina Tûnisî gelek destkeftî bi dest xistine. Ji ber vê yekê ew ji dewletên dîtir cuda ye. Ev destkeftî jî encama têkoşîn û daxwazên jinan ji bo bidestxistina mafên dengdanê û mafên zayendî û zanînê bû. Destkeftiya herî mezin jî, zagona hejmar 58 a ku jinan ji hemû cureyên tundiyê diparêze, lê mixabin ew li ser rûyê erdê neketiye meriyetê. Her wiha heya niha jinên Tûnisê ji pêkanîna wekheviyê dûr in. Di girtina mûçeyan de jî ew ji mêran kêmtir distînin.”
'Pêkanîna wekheviyê hewceyî têkoşînê ye'
Hacer Nasêr tekez kir ku ji bo pêkanîna wekheviyê wê her têbikoşin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em piştevaniya jinên Rojhilata Navîn û cîhanê dikin û peyama xwe ji wan re dişînin ku tu tişt bi hêsanî pêk nayê û serkeftin hewceyî têkoşînê ye. Ferqa 8'ê Adara îsal jî paşketina tevgera "Dij-maf" e ku êrîşî tevgerên femînîst û mafên mirovan dike."
'Divê zagon parastina jinan a ji tundiyê bike'
Çalakvana komeleya "Rûmetê" Nîdal Hemedî ku ji bajarê Tozir e dibêje ku jina Tûnisî hinek mafan bidest xistiye, lê ne hemû. Zagona 58 jî ji bo ku jin mafên xwe li dijî tundiyê biparêze derketiye, lê erka xwe pêk neaniye û nebûye piştevanî ji jinan re. Heya niha jin bi cureyên tundiyê re rûbirû dimînin. Jinên Tûnisê ji bo pêkanîna armancên xwe her di nava têkoşînê de ye. Em daxwaz dikin ku jinên Tûnisê destkeftiyên xwe bê ked û tundiyê bi dest bixe. Zagon bila bikevin meriyetê û parastina mafên jinan bikin."