Bêparbûnên zarokên keç ji perwerdeyê pêşîgirtina li pêşerojê ye

Dûrxistina mecbûrî ya ji perwerdeyê, dibe sedema hilweşîna xwebaweriya zarokên keç û hilweşandina hesta xwebesbûn û pêşketina kesane. Zarokek keç a neçarî dûrxistina ji dibistanê tê kirin, tenê ji refa xwe qut nabe, bê xeyalên xwe dimîne.

ŞÎLAN SEQEZÎ

Di dilê çiyayên bêdeng û gundên dûr de, zarokên keç ên ku di zarokatiya xwe de, xeyalên wan ên xwendina dibistanê vala derketine dijîn. Ji bo wan devjêberdana dibistanê ne hilbijartinek e, encama cudakariyên berdewam ên dîrokî, xizanî, siyasîkirina perwerdeyê û pasîfbûna saziyên xwecihî ye. Ji bo zarokên keç, perwerde ne pirek ji bo pêşerojê ye, deriyekî girtî yê ku bi kevneşopî, siyaset û neheqiyê hatiye kilîtkirin e. Li vê derê ne dewlet, ne jî civak, guh didin dengê kesên ku hatine bêdengkirin û ev bêdengî, şêwaza herî xeternak a ji nû ve hilberandina cudakariyê ye.

Xizaniya avahîsazî ne tenê pirsgirêkeke aborî ye; li gorî nêrîna Pierre Bourdieu, çerxeke çandî û civakî ye ku bi riya saziya perwerdeyê jî tê domandin; mînak, devjêberdana dibistanê ya zarokên keç ên li deverên xizan nîşaneya vê çerxê ye ku wê di nebûna polîtîkayên reformîst, perwerdeya li ser bingeha edaletê û mudaxeleyên çalak ên saziyan de didome.

Pierre Bourdieu, difikirî ku pergala perwerdeyê newekheviyên heyî ji holê ranake, berevajî wê bi riya ji nû ve hilberandina sermayeya çandî ya serwer, valahiyên çînî û zayendî didomîne. Di vê çarçoveyê de, zarokên keç ên malbatên dahata wan kêm e, ji ber kêmbûna sermayeya çandî, aborî û civakî di pergala perwerdeya fermî de du qat zêdetir bi astengiyan re rû bi rû dimînin.

Lêçûn û hilbijartinên malbatan ên cudakar

Mînak, li gelek gundan bi taybetî ji bo zarokên keç perwerde, bi lêçûnên zêde yên mîna çûyîn û hatin, malzemeyên qirtasiye, cil û berg û dersên zêde ve tê girêdan. Malbatek ku di nava xizaniya pergalê de dijî, bi xwezayî van lêçûnan mîna barekî aborî ya zêde dibîne û ji ber ku sermayeya çandî ya malbatê kêm e, ango malbat ji ber van lêçûnan, perwerdeyê ji bo zarokên keç pêwist nabînin.

Dema ku malbat neçar dimînin di navbera zarokan de hilbijartinek bikin, zarokên xwe yên kur ji bo domandina perwerdeya xwe dişînin bajêr lê zarokên keç di malê de digrin; zewicandin an jî ewlehiya çûnûhatinê mîna hincet nîşan didin. Di vê hawirdorê de, perwerdeya zarokên keç ne mîna “maf”, mîna "rîsk" tê dîtin. Ev biryar jî mîna ku Bourdieu behs dike, perçeyek ji nû ve hilberandina pergala newekheviya zayendî ye.

Sermayeya sembolîk û baviksalariya di perwerdeyê de

Ev berxwedan, ne ji ber dijminatiya li hemberî zanistê ye, ji rûniştandina çanda baviksalar ên mîna "namûs", "rûmet" û "îtîbar" çavkanî digre. Ev yek, sermayeya sembolîk ku pergala baviksalar rewa dike ye û bi vê riyê, avahiya perwerdeyê ji bo zarokên keç tê sînordarkirin an jî ji holê tê rakirin.

Ev rewş ne tenê berhema kevneşopiyan e, ji aliyê saziyên civakî ve hilberîna çandî ya çalak e; ango perwerdeya zarokên mexdûrên hevkariyek  bê hişmendî ya di navbera xizanî, kevneşopî, baviksalarî û bêdengiya dewletê de ye. Ger perwerde û pergala civakî, sermayeya çandî ya alternatîf ku rolên jinan ji nû ve pênase dike hilneberîne, kevneşopî û feraseta baviksalariyê dê perwerdeyê ji bo zarokên keç weke luks û xeternak bibîne. Ev her du diyarde, ne tenê ji bo baweriyên takekesî yan jî çandî, mîna perçeyek newekhev a avahiyên hêzê kar bike û ev yek bi demê re bi riya saziyên mîna malbat, ol û perwerdeya fermî ji nû ve bên hilberandin.

Bourdieu, têgeha "habitus" ji bo pênasekirina adet û meylên sazûmanî yên di hawirdorên civakî de derbasî kesan dibin, bi kar tîne. Di civakên kevneşopî de, habitusa zarokên keç û malbatan bi vî awayî hatine bişêwekirin ku perwerdeya zarokên keç, bi rolên wan ên xwezayî yên mîna hevjîn, dayik an nobedara malê re dikeve nava nakokiyê. Ev feraset navxweyî bûye û ji aliyê malbatan ve mîna  hilbijartinên dilxwaz ​​​​û ji aliyê zarokên keç ve jî bê zanebûn ji nû ve tê hilberandin.

Ev teorîsyen, bi têgehên mîna habitus, sermayeya çandî, sermayeya aborî û tundiya sembolîk, çawaniya parastin û ji nû ve hilberandina pozîsyonên çînî yên pergalên perwerdeyê û newekheviya avahiyên hêzê nîşan dide.

Di çarçoveya devjêberdana dibistanê ya zarokên keç ên gundewar de, ev teorî dibe alîkar ku em bibînin ka çawa pozîsyona erdnîgarî, xizanî, çanda kevneşopî û binesaziya xirab tên gel hev û "habitusa xizaniyê” diafirînin. Di heman demê de ev yek nîşan dide ku qutbûna dibistanê ya zarokên keç ne biryareke takekesî ye û eşkere dike ku encama ji nû ve hilberandina avahiyên civakî ye ku marjînalkirina zarokên keç bi riya pergalên perwerde, çandî û aborî rewa dike.

Zewaca zarokan û rola wan a di ji nû ve hilberandina newekheviyê de

Di vê çarçoveyê de siya zewaca di temana biçûk de, di civakên xizan de yek ji mekanîzmayên girîng e ku newekheviyên zayendî ji nû ve hildiberîne. Habitusa malbatî, bi riya sermayeya çandî ya sînordar, zextên aborî û tundiya sembolîk a bi taybetî li dijî zarokên keç ên di cînên civakî yên jêrîn de tê sepandin. Di şert û mercên wiha de, ev zewac ne tenê biryareke kevneşopî ye, di nava pergalên civakî yên bêedalet de stratejiyek domandina jiyana xwe ye û dûrketina dibistanê ya zarokên keç jî encameke vê stratejiyê ye.

Malbatên gundwar ên xwedî kevneşopî, zarokên keç ne mîna kesên serbixwe, mîna perçeyek  malbatê dibînin ku dikarin keçên xwe bi riya zewacê ji "barek aborî" veguherînin "sermayeya civakî." Her wiha ji ber ku cihê sermayeya çandî ya perwerdeyî di malbatê de nîna yan jî pir qels e, li dijî kevneşopiya zewaca di temenê biçûk de bê bandor dimîne û pergala perwerdeyê bi ferzkirina ziman û nirxên çandî yên serwer, cureyên çandî û zayendî tune dihesibîne û ji bo zarokên keç ên xizan mercên dibistanê tune dike.

Bi gotineke din, zewaca di temenê zarokatiyê de perçeyek pêvajoya ji nû ve hilberandina serweriyê ye. Ev diyarde wekî xwezayî û rewa tê nîşandan lê belê di rastiyê de rêbazeke parastina pergalên newekhev e. Dibistan, li şûna şikandina vê çerxê, di gelek rewşan de bêxem dimîne.

Perwerdeya fermî û siyasîkirina perwerdeyê

Li aliyê din, di civakên newekhev de perwerdeya fermî, ji bûyîna amûrekî ji bo rizgarî û wekheviyê wêdetir e, bi gelemperî dibe amûrek ji nû ve hilberandina serweriya çînî û siyasî. Di vê çarçoveyê de, "siyasîkirina perwerdeyê" û "benda çînî ya di perwerdeyê de" ne tesadufî ye, encama avahiyên dîrokî û çandî yên serweriyê ku bi ziman, hêz, sermayeya çandî û berjewendiyên siyasî ve girêdayî ne.

Mînak, li dibistanekê ku tenê mamosteyek ji refa 1’ê heta 6’an dersan dide û pirtûkên dersê bi Farisî ne, ji sedî 90’î zarokan li malê jî bi Farisî nîzanin, ev yek jî ferqa di navbera perwerdeyê kûrtir dike. Di vê navberê de li Tehranê yan jî li herêmên navendî yên li bajerên mezin, zarok bi riya refên bi aqil, perwerdeyên zêde, şêwirmediya akademîk û xwegihandina înterneta bi lez a perwerdeyê perwerdeyan digrin. Ev nakokî, nîşaneyeke eşkere ya ji nû ve hilberandina newekheviya perwerdeyê ye.

Habitûsa neyînî û bandorên psîkocivakî yên qutbûna ji dibistanê

Li aliyê din, di malbatên ku perwerdeyê tu caran encam nedane de, îmajeke neyînî ya ezezîtiyê ava dibe. Pirsên; “Gelo ev ders bi kêrî çi tên?” tên kirin. Ev habitus ji nifşek derbasî nifşên din dibe. Lewma qutbûna ji dibistanê ya zarokên keç ne tenê diyardeyeke perwerdeyê ye, nîşaneyeke kûr a qeyrana nasnameyê, cudakariya pergalê û tundiya çandî ya veşartî ye ku di nava tevna civakî û derûniya civakê de dezgehî bûye.

Di avahiya baviksalarî ya kevneşopî de, dibistan ne cihê zanîst û rizgariyê ye, hinek caran mîna gefek li dijî pergala serdest tê hêsibandin û di encamê de malbat bi zanebûn an jî bêzanebûn ji bo derxistina zarokên xwe yên keç ji çerxa perwerdeyê dibin alîkar. Li aliyê din, ev dûrxistina mecbûrî ya ji perwerdeyê, dibe sedema hilweşîna xwebaweriya zarokên keç û hilweşandina hesta xwebesbûn û pêşketina kesane. Zarokekî keç a neçarî dûrxistina ji dibistanê tê kirin, tenê ji refa xwe qut nabe, ji xeyalên xwe, derfetên xwe û nasnameya xwe ya serbixwe jî bêpar dimîne.

Ev rewş, birînek psîkocivakî ya kolektîf diafirîne; jineke bê perwerde, kêmtir dikeve bazara kar, di siyaset û civakê de roleke kêm bilîze û ev pasîfîtî ji nifşekî derbasî nifşên din dibe. Qutbûna zarokên keç ji dibistanê, di rastiyê de xala destpêkê ya berdewamiya xizanî, tundî, zewaca di temenê zarokatiyê de û bêhêzbûna civakî ye.

Pergala perwerdeyê ya Îranê û ji nû ve hilberandina newekheviyê

Li şûna ku pergala perwerdeyê ya li Îranê, bibe amûrek ji bo rizgarî, hişyarî û edaletê, veguheriyê ye saziyek ya ji nû ve hilberandina newekheviyê, tepeserkirina afirîneriyê û dûrxistina kesên hatine marjînalkirin. Di avahiyekî ku zimanê dayikê tê paşguhkirin, nasnameyên etnîkî tên piçûkxistin û perwerde li şûna lêpirsînê, balê dikşîne li ser papaxanî û îtaetê, ne pêkan e ku mirov li benda avakirina nifşek azad, hişyar û beşdar bibe.

Pergala perwerdeyê ya Îranê, di pratîkê de pêvajoyek endezyariya çandî ya bêdeng ava kiriye. Zarokên keç ên Kurd, Belûc û Ereb ne tenê bi xizaniya aborî re, di heman demê de bi xizaniya zimanî, çandî û zayendî re jî rû bi rû ne. Perwerdeya ku ew distînin, çînekî ku zimanê wan qedexe dike, kevneşopiyên wan înkar dike û xeyalên wan biçûk dike. Encama vê pêvajoyê, tunekirina hêviyê, vederkirina civakî û veqetandina nasnameyê ye.

Cudakarî û mexdûrên sereke

Li aliyê din, ev pergal li şûna bihêzkirinê "cudakariyê" pejirandiye, perwerdeyê veguherandine amûra kontrola siyasî û îdeolojîk. Li şûna avakirina xwendekaran,  ji bo bêdengî, îtaet û lihevkirinê tên perwerdekirin. Di vê navberê de, zarokên keç ên li herêmên xizan, mexdûrên ewil ên vê avahiya bêbandor û cudakar e.

Hewcedariya bingehîn a veguherîna perwerdeyê

Di encamê de, ev pergala perwerdeyê, ji bersivdayîna pêdiviyên heyî yên civakê wêdetir, di riya pêşketina mirovan, beşdariya siyasî û edaleta civakî de astengiyeke cidî ye. Reforma wê, hewceyê şoreşeke têgehî, siyasî û çandî ye; ne tenê guhertinên pirtûkên dersan an jî ezmûnan e. Heta ku perwerde bibe amûrek siyasî, ne mafên mirovan be, kesên hatine marjînalkirin wê bêdeng bimînin û berdewamiya vê rewşê, wê tenê dûrbûna civakî kûrtir bike, çerxa xizaniyê fireh bike û bêbaweriyê di navbera nifşên ciwan û hêza serwer de zêde bike. Gelo dema ku zarokên keç ên li herêmên xizan, li şûna ku bigihîjin perwerdeya bi kalîte ya wekhev, bi cudakariya zimanî, zayendî û erdnîgarî re rû bi rû dimînin, em çawa dikarin behsa beşdariya wekhev a di civakek demokratîk de bikin?

Di aliyê civaknasiya perwerdeyê de jî tiştên li Îranê tên jiyîn bi teoriya Bourdieu ya ji nû ve hilberandina çandî lihev dike ku diyar dike dibistan, li şûna şikandina çerxa newekheviyê, ji nû ve hilberîne û rewa dike. Pergala perwerdeya Îranê, ji naveroka îdeolojîk û navendî bigre heta mekanîzmayên hilbijartin û nirxandinê, xizmeta ji nû ve hilberandina hêzê, navendîkirin û dûrxistina kesên marjînal dike. Heta ku perwerdeya adil, perwerdeya bi zimanê dayikê, wekheviya zayendî û navendî, çandî mîna rêgezên bingehîn ên pergala perwerdeyê neyên pejirandin, reformên parçekirî û rûberî dê encam nedin. Bêyî ji nû ve avakirina avahiya hêzê ya di nava pergala perwerdeyê de, li gundên Kurdistan, Belûcistan an jî Xuzîstanê tu zarokekî keç nikare pêşerojek cuda xeyal bike.

Ev pirsgirêk tenê bi avakirina çend dibistan an jî belavkirina pirtûkên dersê çareser nabe

Di encamê de, başkirina vê birîna kûr, tenê bi avakirina çend dibistanan an jî belavkirina pirtûkên dersê ne pêkan e. Ev nêzikatiya rûberî û nîşander, ne çareserî ye, perçeyeke pirsgirêkê ye. Pergalekî perwerdeyê ku li şûna çareserkirina pêdiviyên herêmên xizan, bi polîtîkayên navendî yên cihêrengiya çandî û zayendî paşguh dikin re tevdigere, tenê dibe sedema ji nû ve hilberandin û înkarkirina cudakariyê.

Divê kokên vê qeyranê, di pergalên hişmendiyên têkçûyî, nirxên baviksalar û polîtîkayên çandî yên otorîter de bê lêgerînkirin. Tenê guhertina di helwestên malbatan de têr nake, ji nû ve nirxandina polîtîkayên perwerdeya fermî, bihêzkirina pergala perwerdeya xwecihî û afirandina qadên nû ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê neçariyek e.

Ji nû ve avakirina nasnameyên çandî yên zarokên keç, bêyî edaleta zayendî ya di perwerdeyê de, xizmetên psîkocivakî yên bi bandor, beşdariya rasteqîn a saziyên civaka sivîl û temsîliyeta adilane ya kêmaran, wê veguhere dirûşmên bêbandor û sozên bê bingeh.

Heta ku dewlet, saziyên ku polîtîkayan diyar dikin û elîtên xwecihî, li cihê kontrolkirinê, bihêzkirina zarokên keç qebûl nekin, wê tu reformên perwerdeyê yên rasteqîn, mayînde û wekhev ava nekin. Her wiha di nebûna vê veguherîna bingehîn de, zarokên keç ên Kurd û kêmarên din, wê mîna mexdûrên bêdeng ên pergaleke perwerdeyê ya cudakar bimînin.