Belgefîlma Jinwarê li Qamişlo hat nîşandan

Belgefilmê Jinwar a derhênera wê Nadya Derwîş e yekemîn car li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner ya bajarê Qamişlo hat nîşandan.

Qamişlo – Komîna Fîlm a Rojava li Qamişlo nîşandana yekemîn ya belgefilmê Jinwar ya derhênera wê Nadya Derwîş e, li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê pêk anî.

Derhênera Belgefilmê Jinwarê ya derbarê bergefîlmê de ji ajansa me re axivî wiha got: “Di destpêka avakirina gund de şopandina me ji vî belgefilmî re çêbû ku çawa jin di gund de kar dikin. Ew bi xwe malan ava dikin, weke gundekî ku lê were jiyan kirin di heman demê de armanca ji vî belgefilmî ku jin çawa xwe bi xwe gundekî ava dikin. Hewceyî tu kesî nabînin û çawa navê gund bi wateya wê ya xuyakirî hat lêkirin ‘Warê Jinê’. Cara yekem e di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jin gundekî ava dikin, avakirina gund bi xwe zehmetî bû hizrekî cûda ye bi rastî. Em weke jineke sînameger û derhêner karekî wiha cara yekem zehmetî tên jiyankirin.”     

Pêşandana Belgefilmê Jinwar bi dirûşmeya ’’Jin Jiyan Azadî’’ bi dawî bû.