Bê ku mayînên li Veregozê bê rakirin ji bo rant û talanê hat vekirin

Piştî ku şivan Bedrettîn Duzen di encama teqîna mayîna li herêma Veregozê jiyana xwe ji dest da, çavkaniyên herêmî, diyar kirin ku qada qedexe bêyî ku mayîn bên paqijkirin ji aliyê walîtiyê ve ji talana xwezayê û rantê re hatiye vekirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg – 24’ê Tîrmehê di saetên sibehê de li navçeya Gever a Colemêrgê, li herêma Veregozê ya Geliyê Doskî, şivanê ku sewalên xwe diçêrand Bedrettîn Duzen, di encama teqîna cismekî de jiyana xwe ji dest da. Çavkaniyên herêmî yên ku me pê re axivîn, diyar kirin ku qada ku ev demeke dirêj e qedexe ye, ji ber ‘Mîhrîcana’ Fest a Cîlo yê ya ku di meha Tebaxê de ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve tê lidarxistin, hatiye vekirin û agahî parve kirin ku herêm ji ji mayînan nehatiye paqijkirin û hîna jî gelek mayînên neteqiyayî hene. Her wiha destnîşan kir ku di derbarê mayînan de ti nîşanên hişyariyê nînin.

Demek dirêj herêm ji têketinê re girtîbû

Tê texmînkirin ku teqîna ku li herêmeke nêzî Golên Sat ên Cîlo û Çiyayên Îkî Yaka pêk hat, dibe ku mayînên ji tabûra ku 35 sal berê li herêmê hebû mane bin. Qada ku ji wê demê û vir ve ji gel re qedexeye, ji bo çalakiyên di gotin de wek ‘mîhrîcan’ yên ji aliyê walîtiyê ve bi armanca li dijî asîmîlasyon û dejenerebûnê tên lidarxistin, hat vekirin. Li herêma ku bi salan e nekarîn bikevin û derkevin gundên xwe, gel dest bi çêrandina sewalên xwe kirin. Dîsa çavkaniyên herêmî diyar kirin ku ev demeke dirêj e li herêmê teqînek çênebûye. Welatiyên ku ji ewlehiya canê xwe bi fikar in dixwazin herêm ji mayînan bê paqijkirin û ji gel re bê hiştin.

Projeyên ku dê Çiyayê Cîlo û Golên Satê tehrîb bikin tên amedekirin

Herî dawî ji aliyê walîtiyê ve bi tevlîbûna midûrên saziyan û ekîbên cendirmeyan re, der barê ‘mîhrîcanê’ de civîna koordînasyonê hat lidarxistin. Hat îddîakirin ku di civînê de projeyên ku dê Çiyayê Cîlo û Golên Satê tehrîb bikin hatin gotûbêjkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, Walîtî bi şikandina kevirên bi wêneyên Serdema Kevir (Paleolîtîk) dixwaze rêya Golên Satê ya ku weke parka neteweyî hatiye îlankirin, fireh bike. Hat îddîakirin ku bûyer bi vê yekê re sînordar namîne û tê plankirin ku ji bo Çiyayê Cîlo xebatên tûrîzmê bên berfirehkirin û li herêmê tesîsên bazirganiyê bên vekirin. Di lêkolîna ku tê de îdiaya otoparkê jî heye, herwiha ketina Geliyê Bihûşt û Dojehê û Golên Satê yên Çiyayê Cîlo bi pere be, jî di nav mijarên îdiakirî de ne.

Her wiha hat hînbûn ku hin qismên ku di civînê de amede bûn ev pêşniyar qebûl nekirin û nîqaşên li ser mijarê hîna jî dewam dikin.