Baroya Amedê: Em ê îdiayan û pêvajoya hiqûqî bişopînin

Baroya Amedê, bi îdiaya ku rêbazên tedawiyê yên ku bi awayekî zanistî nayên qebûlkirin li ser nexweşên koronayê hatine ceribandin û weke “kobay” tên bikaranîn, serlêdana sûc kir.

Navenda Nûçeyan - Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, der barê îdiayên ku hin nexweşên bi “Rêbaza Tedawiya Tîrêj a Tirk (TurkishBeam)” wek kobay hatine bikaranîn û jiyana xwe ji dest dane de serlêdana sûc hat kirin.

‘Em ê îdiayan bişopînin’

Baroya Amedê, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal X de diyar kir ku li dijî van îdiayan serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye. Di parvekirinê de ev tişt hate gotin:

“Di dema pandemiya Covîd-19’ê de, li ser îdia û nûçeyên ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ji bo nexweşên Covid-19’ê rêbazên dermankirinê yên bi awayekî zanistî nayên qebûlkirin û bi vê rêbazê mirovan jiyana xwe ji dest dane, ji bo lêkolînkirina mijarê serlêdana sûc li CBS ya Amedê hat kirin. Weke Baroya Amedê em ê îdiayan û pêvajoya hiqûqî bişopînin.”