Baro û saziyên sivîl banga Îmraliyê li CPT kirin: Ji bo çareseriyê gavan bavêjin

Der barê rewşa agahînegirtina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de baro û saziyên sivîl ji CPT’yê re name şandin û wiha gotin: “Divê ji bo çareserkirina pirsgirêkê di demeke nêz de gav bên avêtin.”

Navenda Nûçeyan- Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Weqfa Lêkolînên Hiqûqî û Civakî (TOHAV), Komeleya Saziyên Sivîl a di Pergala Înfazê ya Cezayî de (CÎSST), Baroyên Mûşê, Wanê, Êlihê, Amedê, Colemêrgê, Mêrdînê, Rihayê, Şirnexê bi îmzeya hevkar, di 12’ê çileya 2024’an de têkildarî binpêkirina mafê hevdîtinê yê malbat û parêzeran ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Ewropayê nameyek şand.

‘Em li benda gaven ku sûdê bidin pêvajoyê ne’

Saziyên ku îmzeyên wan li bin nameyê hebûn der barê nameya ku ji CPT’yê re şandin, li Navenda Giştî ya ÎHD’ê daxuyanî dan. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban anî ziman ku di nameya ji CPT’yê re şandine de bal kişandine ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt got:

“Me di nameya xwe ya ji CPT’yê re şandibû de gotibû ku em li bendê ne CPT ji ber şert û mercên giran ên li Girtîgeha Îmraliyê berpirsyariya xwe bi cih bîne û tevkariyê li çareseriyê bike. 3 sal in agahî ji Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, nayê girtin. Rewşa ku destûr nayê dayîn bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û têkiliya wan a ji cihana derve hatiye qûtkirin bi hemû encamên xwe ve didome.

‘Em ê bibin şopdarên pêvajoyê’

Bi kurtasî em weke saziyên mafên mirovan û hiqûqê yên îmzeya wan li jêr hene, ji bo vê pirsgirêka ku ji aliyê normên hiqûqî û rêgez û nirxên mafên mirovan ve nayê qebûlkirin, demildest gav bên avêtin û em ê pêvajoyê bişopînin.”