Barê jinên koçber bi zivistanê re zêde dibe
Barê jinên li kampên Idlibê dijîn bi demsala zivistanê re zêde bû. Gelê ku li bajarên xwe yên dagirkirî hewcedarê alîkariyê ne, nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn jî bi cih bînin.
LÎNA EL XETÎB
Idlib – Jinên li Idliba di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên HTŞ'ê de koçber bûne, di demsala zivistanê de ji ber zêdebûna pêdiviyên û kêmbûna îmkanan rastî zehmetiyên aborî tên. Pêdiviyên malbatên wan cil û bergên zivistanê, lêçûnên germkirinê, pêdiviyên dibistanê û pêdiviyên rojane yên bingehîn in. Ev hemû bi zehmetiyên aborî, bilindbûna domdar a bihayan û kêmbûna mezin a hêza kirînê re têkildar e.
Koçbera bi navê Esmaa Hekîm ya 41 salî bi malbata xwe re li kampa Keferlosîn li bakurê Idlibê dimîne. Rewşa wê ya aborî gelekî xirab e û daxwazên jiyanê yên herî biçûk nayên peydakirin. Esmaa Hekîm dibêje: "Hatina demsala zivistanê ji bo me derdekî mezin e ji ber pêdiviyên pêwîst zêde dibin û alîkariyên pêwîst kêm dibin. Bêkarî jî zêde ye û derfetên kar nayên peydakirin. Bi hatina zivistanê re ez nikarim pêdiviyên zarokên xwe ji bo dibistanê jî bikirim û zarok jî nikarin xwe bighînin dibistanan ji ber rê nexweş in û giştî herî ne. Di encam de em neçar dimînin awayek veguhestinê peyda bikin ji bo zarok bighêjin dibistanên xwe. Ev jî bi xwe re barek madî din zêde dike."
‘Ez nikarim êzingan jî bikirim’
Senaa El Edil jî ji bajarê Xan Şêxûn berê xwe daye kampeke belavbûyî li bajarokê Herbenûş li gundewarê bakurê Idlibê. Senaa El Edil ku bi nêzbûna demsala zivistanê re dest bi sazkirina konê xwe kir û cihên qetiyayî dirûtin, got: "Demsala zivistanê mêvanekî gelekî giran e ji bo me ji ber bi xwe re bayê sar û barana zêde tîne. Di encam de lehî radibin û gelek herî çêdibe her wiha av derbasî konên me dibin. Li aliyekî din binesazî tune ye jêderên germkirinê û enerjî jî tune ye. Ji beriya zêdetirî 2 salan ve hevjînê min girtî ye ji ber wê ez rojane di werşeyên çandiniyê de kar dikim ji bo pêdiviyên jiyanê ên girîng ji her 4 zarokên xwe re peyda bikim. Ez nikarim êzingan jî bikirim. Her tonek êzing bi zêdetirî 170 dolarên Amerîkî tê firotin. Ji bo me ev nirx gelekî bilind e ji ber wê em darik û kertonan didin hev û ji xwe re agir vêdixin û xwe germ dikin."
‘Bedena min nikare sermayê tehemul bike’
Li aliyekî din Kerîme Osman a 66 salî koçbere ji bajarê Meret El Numan berê xwe daye kampa Keferyehmûl li Bakurê Idlibê daxwaza peydakirina starên baranê û madeyên germkirinê dike û dibêje: "Demsala îşkenceyê hat. Em nizanin ji ber sermayê xwe bi ku ve bibin. Ez nexweşa dextê û şekir im. Ez bi tena xwe dijîm. Ji dema baran dibare konê min hemî şil dibe û bedena min a lawaz nikare vê sermayê tehemul bike."
‘Mafên wan ê jiyanek bi ewle tune ye’
Elyaa El Mihemed rêvebira rewşê di rêxistineke alîkariyan de ye behsa azarên koçberan di demsala zivistanê de kir û wiha got: "Koçber di kampên koçberiyê de her zivistan bi gelek azaran re rûbirû dimînin. Mayîna wan di van kampan de tê wateya berdewamkirina êşan. Mafên wan ê jiyanek bi ewle û rûmet tune ye. Di demekê de ku rewşa mirovî gelekî xirab e pêşeroja zarokên wan di jiyanê xwendinê û cih tune ye. Kampên heyî ne xwedî binesaziyeke baş in ji bo rewşa hewayê ya xirab. Her demsala zivistanê tê rewşa koçberan hîn xirabtir dibe. Ez daxwaz ji rêxistinên mirovî dikim yekser piştgiriyê pêkêş bikin û madeyên alîkariyê bi rengekî lezgîn peyda bikin."
Hejmara kesên ku daxwaza alîkariyê kirin 4 mîlyon derbas kir
Li gorî rapora "Tîma bersivdayînê ya Sûriyê" bi hatina demsala zivistanê re hejmara kesên pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî hene zêdetirî 4,4 Milyon kes in. 80 ji sedî ji wan di hundirê kampan de dijîn. Pêdiviyên zêde bi zêdebûna bêkariyê re hat. Bi rengekî bavîn bêkarî gihîştiye ji sedî 88,82.
Di van şert û mercan de demsala zivistanê dibe kabûsek din a mezin di jiyana koçberan de