Banga jina Xezayî: Vî şerî rawestînin
Helîme Helis a 70 salî ya li Xezayê koçber bûye û di şertên dijwar de dijî, diyar kir ku rojê tenê danek xwarinê dibînin, av ne paqij e û zarokên wan di nav lepên wan de dimirin. Helîme Helis bang li dinyayê kir ku êdî vî şerî rawestînin.
NEXEM KERACE
Xeza – Êrişên Îsraîlê yê li ser Xezayê bi hemû dijwariya xwe berdewam e. Yên ku encamên herî dijwar dibînin û her roj dimirin jî, jin in. Ji ber ku mêrên wan an mirî ne an jî wenda ne, ji neçarî rola mêr jî dilîzin. Di odeyeke teng a dîwarên wê ji hev çûne û banê wê hema bêje ji baranê naparêze de jinek 70 salî. Ev jina bi navê Helîme Helis, di nav malbatekê ji 40 kesan pêk tê de dimîne. Wan birêve dibe û pêwîstiyên wan ên rojane bicîh tîne. Salek beriya niha mala wê bi sedema bombebarana Îsraîlê hilweşiyaye. Pê re jî rêwîtiya koçberiya bi darê zorê destpê kiriye û ji herêmekê ber bi herêmekê ve diçe.
‘Xewnên me firiyan çûn’
Helîme Helis diyar kir ku ew tenê malbateke koçber nînin û gazinên xwe wiha anî ziman: “Em em rih in ku ber bi ne xirabûnê ve diçin. Ez berpirsyariya jin û zaroan radikim. Ev çi qeder e? Emê çawa birçîbûna zarokan bisekinînin? Em hewl didin rojeke sax, tenê bi danek xwarin biqedînin. Heta hesreta me ava paqij e. Ji dema şer destpê kiriye. Me her tişt wenda kiriye. Mal bûne xirbe. Xewnên me tev firiyan çûn. Dinya dibîne û nalive. Mîna ku em ne mirov bin.”
‘Em rolên mêran jî digirin ser milê xwe’
Helîme, jinên Fîlîstînî wek çiyayê hilgir binav kir û sedema wê bi van gotinan anî ziman: “Jin li ser milên xwe gelek baran radikin. Rolên mêran jî digirin ser milê xwe. Ji ber ku mêrên wan yan bi wan re hatine qetilkirin yan jî wenda ne. Jin li vir ne tenê dayîk yan jî hevjîn in, her wiha stûna malbatê ne jî. Her roj ji xew radibe û li ser milê wê barê malbatek bi giştî heye. Ji peydakirina xwarinê bigre heta parastina zarokan.”
‘Zarok di nav lepên me de dimirin’
Helîme diyar kir ku tiştê herî xirab ê ku heta niha dîtiye, şer e û wiha got: “Ev di asta hovitî û dijwariya xwe de, wek şerê duyemîn ê dinyayê ye. Kiryarên li Xezayê hemû sînor derbas kirin. Heta nexweşxane û dibistan jî hatin bombekirin. E di gelek şeran re derbas bûne, lê ev şer di ser her tiştî re ye. Bombebaran ranaweste. Em ji birçînan dikin bimrin. Zarok di nav lepên me de dimirin. Ez nizanim ka emê heta dawiya rojê zindî bimînin yan na. Ev ne jiyan e, ev mirineke di her kêliyê de dubare dibe. Odeya me tenê 4 dîwar in, ancex xwe li ber bayê digre. Em hewl didin xwe tekûz bikin, lê belê cihê me ji bo mirovan nabe. Zarok ji birçînan digirîn. Jin bêzar in û av jî ne paqij e. Dinya bixwaze dikare alîkariya me bike, lê nake. Jiyana me li bendewariya mirinê ye.”
‘Vî şerî rawestînin’
Helîme ragihand ku rojê tenê carek dikare ji malbata xwe re peyda bike û bi van gilî û gazinan dawî li gotinên xwe anî: “Em pariyên nan li hev par dikin. Ez ne girîng im, lê belê ez birçîbûnê di çavên zarok û dayîkên wan de dibînim. Em çi bikin? Em hewl didin di her tiştî de sexberî bikin, lê belê ev têr nake. Ava paqij nemaye. Bi taybetî li aliyê Bakur. Zarokên me ji ber vê yekê nexweş dikevin. Ez bang li tevahiya cîhanê dikim. Vî şerî rawestînin. Em tiştekî ji bilî jiyînê naxwazin. Zarokên me ji birçîna mirin. Jinên me ji qehra dimrin. Dinya tiştek jî nake.”