Banga beşdariya Newroza Qendîlê

Endama komîteya amadekar a şahiya Qendîlê Tîne Adil banga beşdariyê li her kesê kir û got: “Bi geşkirina agirê Newrozê em ê pêyam bidin dagirkeran.”

TEWAR PÊNCAWÎN

Silêmanî - Newroz cejna neteweya gelê Kurd e û ev bi sedan salan e, bi şahî û pêxistina agir tê pîrozkirin. Îsal Newroz ji bo gelê Kurd xwedî peyamek cuda ye. Weke her sal wê li Qendîlê Newroz di 21’ê Adarê de were pîrozkirin û bi hezaran kes dê ji çar parçeyên Kurdîstanê û derveyî welat berê xwe bidin qada Newrozê. Endama komîteya amadekariya Newroza Qendîlê, Tîne Adil banga beşdariya cejna Newrozê li her kesê kir.

Îsal jî weke salên borî li Qendîlê wê Newroz û sersala nû ya Kurdan a 2724’an bi mihrîcan û çalakiyên cur be cur were pîrozkirin û ji bo beşdariya Newroza Qendîlê bangawî tên kirin.

‘Wê bi coşeke mezin Newroz were pîrozkirin’

Endama komîteya amadekariya Newroza Qendîlê Tîne Adil diyar kir ku wê Newroza îsal, weke salên borî li Qendîlê, bê vêxistina agir dest pê bike weke mihrîcanê were pîrozkirin û got: “Ev mehek e em ji bo Newroza îsal amadekariyan dikin da ku bi çoşeke mezin were pîrozkirin.”

Kesên ku beşdarî Newroz Qendîlê dibin di 20’ê Adarê de berê xwe didin binarê Qendîlê û şevê bi çalakî, govend û pêxistina agirê Newrozê pêşwazî dikin. Tîne Adil wiha got: “Roja 20’ê Adarê em hemû bi hev re ji bo Qendîlê bang dikin, şeva wê dê bi beşdariya çend hunermendan pêk were.”

‘Wê şahiya mezin li Qendîlê be’

Tîne Adil da zanîn ku di 21’ê Adarê de sersala 2724’an a Kurdî ye, wê li Qendîlê şahî were lidarxistin û got: “Wê di 21’ê Adarê de şahiya herî mezin were lidarxistin. Şahî wê di saet 12:00’yê nîvroyê de dest pê bike û wê hunermend Framêsk Hafiz Dadar, Mîdya Hisên û Casimî Saz beşdarî şahiyê bibin. Her wiha wê koma muzîkê ya çiyayê Şengalê, Koma Warge, Koma Nasir, Roj û çend surprîzên din jî hene.”

‘Berê xwe bidin Qendîlê’

Tîne Adil bangawaziya beşdariya ji bo Newroza Qendîlê kir û got: “Newroz cejna neteweyî ya gelê Kurd e û erka me ye di her rewşê de be em Newrozê pîroz bikin. Bangawaziya min ji bo hemû gelan ew e ku beşdarî Newroza Qendîlê bibin û bi hev re agir geştir bikin, peyam bidin dagirkeran ku dê her dem agirê Newrozê were pêxistin.”