BÎSAM: Sînorê xîzaniyê 57 hezar û 578 TL ye

Li gorî lêkolînên BÎSAM’ê sînorê xizaniyê 57 hezar 578 TL ye ji bo malbatek 4 kes tenê maliyeta xwarinê girêdayî mûçeya asgerî ye.

Navenda Nûçeyan- Encamên “Lêkolîna Sînorê Xizanî û Birçîtiyê” ku Navenda Lêkolînan a Çîna Bîrleşîk Metal-Îş a DÎSK’ê (BÎSAM) ji bo Adara 2024’an kiriye hat aşkerekirin. Li gorî daneyan, lêçûnên mehane yên malbateke ji 4 kesan pêk tê ji bo xwarineke bi tendurist ji bo meha Adara 2024’an weke 16 hezar û 646 lîre hat tesbîtkirin. Hat destnîşankirin ku tenê lêçûnên ji bo xurekê di nava hesabkirinê de cih digirin. 

Sînorê xizaniyê bû 57 hezar 578 TL

Li gorî encamên hesabê ku li ser esasê xerckirina malê ya li ser sînorê birçîbûnê hatiye kirin, sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye. Di vê hesabkirinê de lêçûnên wekî perwerde, tenduristî, xanî, şahî, germkirin û veguhastinê hene. Ji bo kesek bi tena serê xwe jiyan dike bikare tenê debara xwe bike jî herî kêm 26 hezar û 517 lîre weke xerckirin hate diyarkirin.