Azadiya jinan bingehê rizgariya civakê ye – GOTAR
Serhildana "Jin Jiyan Azadî" sînorên Îranê derbas kiriye, bûye neynikek ku êşa jinan li her derê nîşan dide û peyamek e ku diyar dike azadiya jinan ne mijarek duyemîn e lê pêdîviyek ji bo rizgarkirina civakan e.

HUZEMÎ MEHCÛB
Di Îlona 2022'an de çîroka jina ciwan a Kurd a Îranî Jîna Emînî ji bûyerek trajîk veguherî çirûskek yek ji tevgerên protestoyî yên herî berbiçav ên sedsala 21'an, pêxist. kuştina wê piştî girtina ji aliyê "polîsên exlaqî" yên Tehranê ve ne tenê bûyerek demkî bû, ew kêliyek girîng bû ku hêrsa veşartî ya jin û ciwanan derxist holê. Qêrînek bilind derxist ku ji sînorên Îranê derbas bû û bû siloganek gerdûnî; Jin Jiyan Azadî.
Ev slogan ne tenê gotinên ku li kolanan dihatin gotin bûn, ew bingeha têkoşîna jinan di cîhana hemdem de vedihewîne. Ew redkirina wesayetê berxwedana li dijî cudakariyê û diyarkirina mafê jinan ê çarenûsê ye. Dengê Jîna bû sembol, wêneya wê bû îkon û tevgera wê li cîhanê belav bû. li bajarên Ewropa, Amerîkaya Latîn û li Rojhilata Navîn deng veda. Jinan bi vê serhildanê re yekîtiya xwe di têkoşîna li dijî zordarî û cudakariyê de bê ku çarçoveyên çandî û siyasî li ber çavan bigrin, bi bilindkirian wêneya Jîna Emînî nîşan dan.
Mîrata Jîna Emînî dijî
Salvegera wê ne tenê bîranîna bûyerên xwînî ye, ew derfetek e ji bo nûkirina nîqaşa li ser rewşa jinan li hember zordariyê ye. Di demekê de ku binpêkirinên li dijî jinan berdewam dikin, ji sînordarkirina azadiyên kesane bigire heya tundiya siyasî û civakî, ji înkarkirina mafên wan ên aborî bigire heya gefê li dengê wan di qada giştî de, mîrata Jîna Emînî dijî û ji cîhanê re tîne bîra xwe ku şerê ji bo wekheviyê ne pirsgirêkek herêmî ye, lê pirsgirêkek mirovî ya gerdûnî ye.
Qêrînek gerdûnî
Sembolîzma serhildana "Jin Jiyan Azadî" sînorên Îranê derbas kiriye, bûye neynikek ku êşa jinan li her derê nîşan dide û peyamek e ku diyar dike azadiya jinan ne mijarek duyemîn an paşxistî ye. Lê pêdiviyek ji bo rizgarkirina tevahiya civakan e. Dibe ku hêza vê tevgerê di wê rastiyê de ye ku ew ji jor ve derneketiye; berevajî vê ew ji kolanê, ji xwîna jineke ciwan a asayî çêbûye ku li dijî hemû cûreyên zordariyê bûye qêrînek gerdûnî.
‘Azadî’ nayê desteserkirin
Di salvegera koça dawî ya Jîna Emînî de, careke din tê tekez kirin ku têkoşîna jinan êdî ne tenê daxwazek mafên mirovan e, lê projeyek berxwedanê li dijî neheqiyê û vegerandina rûmeta mirovan e. Peyama herî zelal a îro ew e ku her binpêkirina mafên jinan, li her deverê cîhanê, ne mijarek navxweyî ya tenê ye. Lê mijarek e ku hişê mirovahî yê gerdûnî dihejîne û "azadî" dike peyvek ku nayê kêmkirin an desteserkirin.
*Rojnamevana Tûnisî