Azadiya Besra Erol a nexweş ji ber gotina “Ne poşman im” paşve xistin
Tehliyeya Besra Erol a ku gelek pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene, salek hat paşxistin. Pirsa “Gelo tu poşman î?” hat kirin, Besra Erol got “Na” û der barê wê de biryara taloqkirina berdanê hat dayîn.
Amed- Li Girtigeha Girtî ya Jinan a Elezizê, tehliyekirina girtiya nexweş Besra Erol a 66 salî ji aliyê Lijneya Îrade û Çavdêriyê ( IGK) ve salek hat paşxistin. Kurê wê Evrim Deniz Erol, di êrîşa xwekujî ya çeteyên DAÎŞ’ê ya li baxçeyê Navenda Çanda Amara ya navçeya Pirsûsa Rihayê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de jiyana xwe ji dest dabû. Besra Erol ku di 30’ê Nîsana 2019’an de ji ber axaftinên li ser gora kurê xwe hat darizandin, bi hinceta “endamtiya Rêxistinê ” hat girtin. Di encama darizandinê de 7 sal û nîv cezayê girtîgehê lê hat birîn. Besra Erol ku ji 4’an 3’yê cezayê xwe temam kiriye, divê di 9’ê Kanûnê de bihata berdan.
Got ‘Ez ne poşman im’
Besra Erol heftiya borî derxistin pêşberî Lijneya Îrade û Çavdêriyê û jê pirsên “ Tu poşman î?” , “Çima tu di nav girtiyên siyasî de diminî?“ hatin kirin. Besra Erol got “ez ne poşman im” û ji ber vê bersiva wê, berdana wê salek hat taloqkirin.
Kurê wê: Divê çavê wê ameliyat bibe
Kurê Besra Erol Aram Erol bertek nîşanî biryarê da û diyar kir ku dê bi rêya parêzer îtiraz bikin. Aram Erol got, “ Nexweşîna dayîka min pir giran e. Pêwîst e ji çavê xwe bê ameliyatkirin. Di vê heyamê de mirovek pîr û nexweş bi awayekî derqanûnî û bê guneh di girtîgehê de namîne.”
Besra Erol Kî ye?
Bersa Erol di merasîma cenazeye kurê xwe Evrim Deniz de got “Ez kujeran nas dikim” û lê doz hat vekirin. Besra ya ku hat binçavkirin piştre hat berdan, lê bi hinceta “Endamtiya rêxistinê” 7 sal û nîv cezayê girtigehê lê hat birîn. Besra Erola ku di sala 2019’an de hat girtin û ew birin Girtîgeha Mûşê, piştre sirgûnî Girtigeha Girtî ya Jinan a Elezîzê hat kirin. Besra Erol ji ber nexweşînên wek sînozît, fitiq, êşa ling û tansyonê re di rewşeke nebaş de ye. Besra Erol ku berê carek ji çavê xwe ameliyat bûye, divê dîsa ameliyat bibe.