Ayten Kordu: Divê gelên Tirkiye û Kurdistanê bi hev re li dijî qeyûm têbikoşin

Parlamentera DEM’ê ya Dêrsimê Ayten Kordu diyar kir ku qeyûm encama polîtîkaya înkar û asîmîlasyonê ye û diyar kir ku divê gelên Tirkiye û Kurdistanê bi hev re li dijî qeyûm têbikoşin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg - “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” ya ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) li dijî qeyûmê tayînî Şaredariya Colemêrgê di 3’ê Hezîranê de hate kirin, dabû destpêkirin, piştî daxuyaniya ku wê îro li navenda Colemêrgê bê dayîn, wê bi dawî bibe, lê wê çalakiyên li dijî qeyûm bi çalakiyên cuda berdewam bikin. Di meşa 8 rojan de dîmenên rengîn derketin û xala sereke jî xwedîderketina îradeya gel bû. Meşa ku bi coş û moraleke mezin hat lidarxistin, li kêleka endamên hilbijartî yên Partiya DEM’ê, gelek welatiyan jî piştgirî dan meşê. Li her cihê ku meşvan diçûn ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hatin.

Yek ji beşdarvanên meşê Parlamentera Partiya DEM’ê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî diyar kir ku qeyûm îfadeya polîtîkaya şerê taybet dike û destnîşan kir ku rêya serketinê di têkoşînê re derbas dibe.

‘Qeyûm siyaseta înkarê bi xwe ye’

Ayten Kordu, diyar kir ku ew bi gelên Tirkiye û Kurdistanê re meşiyan û diyar kir ku meş bi coş derbas bûye û got: “Em bi gel û saziyên xwe re bi hev re dimeşin. Hûn dizanin li van xakan polîtîkaya înkar û îmhayê tê meşandin. Ev polîtîka, bi polîtîkayên ewlekariya taybet û şerê taybet xwe didomîne. Qeyûm yek ji van polîtîkayên şerê taybet e. Qeyûm siyaseta înkarê bi xwe ye. Hiqûqa dualî bi xwe ye ku li dijî gelê Kurd tê meşandin. Yek ji nirxandinên ku me ev demeke dirêj e kiriye, jiyana wekhev û azad e. Bi salane têkoşîna vê didin. Siyaseta qeyûm di heman demê de polîtîkaya li hemberî îrade, hilbijartiyên û hebûna gelê Kurd e. Em careke din dibêjin divê rêz li vê îradeyê bê girtin. Bi taybet em ji bo vê yekê meş lidardixin.”

‘Polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê ne tenê bi rêya qeyûman xwe nîşan didin’

Ayten Kordu, anî ziman ku ev demeke dirêj e li dijî qeyûm çalakiyan li dar dixin û dê ji niha û pê ve jî bidomin û got:

“Heta rêz li îradeya gel neyê girtin em li vir in. Haya me ji vê yekê jî heye; Polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên li van xakan ne tenê bi qeyûman re xwe nîşan didin, hiqûqa dualî ya li girtîgehan, cardin rewşa tecrîdê ya tê jiyîn jî bi van polîtîkayên înkarê pêş dikeve. Lewma em ê têkoşîna xwe ya demokrasî, wekhevî û azadiyê li her qadê bidomînin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku qeyûm derkevin. Neçarin ku îradeya gelê Kurd nas bikin.”

‘Divê qasî gelê Kurd, gelê Tirk jî li qadan bin’

Ayten Kordu, anî ziman ku li dijî polîtîkaya qeyûm ji gelek qadan bertek tên nîşandan û gelên Tirkiye û Kurdistanê dê li dijî qeyûm têkoşîneke hevpar bimeşînin û got: “Ji ber ku em dizanin; Polîtîkayên qeyûm polîtîkayek e ku li ser hemû gelê Kurd û gelên din ên vî welatî tê meşandin. Polîtîkayek e ku bandorê li jiyana her kesî dike. Ji ber vê yekê divê di vê têkoşînê de qasî gelê Kurd, gelê Tirk jî li qadan bin. Ev desteserkirina îradeyê ne yek şaredarî ye, êrişa li dijî demokrasî û wekheviyê ye. Heya ku em topyekûn li dijî van derkevin, em ê wekî gelan bi aramî bijîn. Ev pêwîstî li hemû cihên qada civakî xwe dide der. Ez di wê baweriyê de me ku divê li hemberî siyaseta qeyûm rêz li îradeya gelan bê girtin. Ev jî wê bi têkoşînê pêk were.”

‘Ger îro polîtîkayên tecrîdê nebûna wê şer bi dawî bibûya’

Ayten Kordu, diyar kir ku qeyûm encama polîtîkaya înkar û asîmîlasyonê ye û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê jî yek ji van polîtîkayan e û got:

“Nêzîkatiyeke li dijî îradeya gelê Kurd û pêşengên wan heye. Birêz Ocalan yek ji wan kesane ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd gelek hewl daye ye. Ger îro polîtîkayên tecrîdê nebûna wê şer bi dawî bibûya. Lê li vî welatî qismên dixwazin tecrîd bi dawî nebe û şer bidome hene. Polîtîkayeke tecrîdê heye ku li hemû beşên civakê belav dibe. Ev polîtîka îro xwe di nêzîkatiya demokrasî, bawerî û azadiyan de nîşan dide.”