Aysel Tugluk dê sewqî ATK'ê bê kirin
Saziya Tiba Edlî dê rewşa siyasetmedar Aysel Tûglûk a ji ber nexweşiya Demans hat xwestin bê berdan, ji nû ve lêkolîn bike.
Navenda Nûçeyan- Li ser daxwaza Dadgeha Cezayê Giran a 22. ya Enqere ya doza Kobanê tê dîtin, îtiraza ku ji bo siyasetmar Aysel Tugluk a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Kandira ya li Kocaelî tê girtin, ji Saziya Tip a Edlî re hatiye pêşxistin, wê Saziya Tip a Edlî careke din lêkolîn bike. Tê payîn ku Aysel Tugluk a nexweşa demanse dê di nava hefteyekê de biçe ATK'ê. Birayê Aysel Tugluk Alaattîn Tugluk jî diyar kir ku xwişka wî bi saya raya giştî sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û agahî da ku rewşa xwişka wî her ku diçe xerabtir dibe.
Çi qewimî bû?
Aysel Tugluk a teşhîsa demansê lê hat danîn, zêdeyî 5 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê girtin. Aysel Tugluk piştî dayika xwe winda kir, pirsgirêkên tenduristiyê pêre derketin. Nexweşxaneya Zanîngeha Kocaeliyê ku Aysel Tugluk hati bû sewqî kirin, di 15’ê Adara 2021’ê de li ser wê teşhîsa nexweşiya demansê danîbû holê. Daîreya Tiba Edlî ya KOÛyê di rapora xwe ya dawîn a ku di 12’ê tîrmehê da hat eşkerekirin da wiha got: "Dibe ku demansê pêş bikeve, di şert û mercên girtîgehê de dibe ku di piştgirî û lênerîna tenduristiyê de pirsgirêk hebin, ne mimkûn e ku Tugluk bêyî bi alîkariya kesekî din nikare jiyana xwe bidomîne, nikarê pêdiviyên xwe yên pêwîst pêkbîne, divê înfaza wê bê taloqkirin, nikarê di saziya înfazê de jiyana xwe bi tena serê xwe berdewam bike.”
Aysel Tugluk piştre sewqî Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê hat kirin. Piştî muayeneya 2 saetan a li vir hat gotin, "Dikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne, bi tedawî û muayeneyên birêkûpêk, dikare înfaza xwe ya li girtîgehê dewam bike."