Ayşegul Dogan: Pêngaveke dîrokî û zelal a ji bo pêşeroja hevbeş e

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê pêşnûmeqanûna "Qanûna Çarçoveyî" de destnîşan kir ku ev gav ji bo 86 milyon welatiyan xwedî girîngiyeke dîrokî ye û wekî destpêka serdema veguherîna ji şer ber bi siyaseta demokratîk ve tê pênasekirin.

Enqere – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegûl Dogan, derbarê pêşnûmeqanûna "Qanûna Çarçoveyî" ku ji Meclîsê re hatiye pêşkêşkirin de, daxuyaniyek berfireh da. Ayşegul Dogan diyar kir ku ev pêşnûme ji bo 86 milyon welatiyan xwedî girîngiyeke dîrokî ye û ev gav wekî destpêka serdemeke nû ya veguherîna ji şer ber bi siyaseta demokratîk ve pênase kir.

‘Ev îmzeyên ewil ên ji bo jiyana hevbeş in’

Ayşegul Dogan da zanîn ku ji aliyê kevneşopiyên siyasî ve cara ewil e ku pêşnûmeyeke bi vî rengî tê îmzekirin û wiha got: “Ev îmzeyên ewil in ji bo jiyana hevbeş a demokratîk li Tirkiyeyê. Wekî Partiya DEM’ê, em ji me hemûyan, ji hemû Tirkiyeyê û ji kesên ku ji bo jiyaneke hevpar têdikoşin re serkeftinê dixwazin. Bila ew aştiyê mayînde bike.”

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku ev pêşnûme gava ewil a serdema nû ya veguherîna ji şerê çekdarî ber bi qadeke siyasî ya yasayî û demokratîk ve temsîl dike û wiha domand: “Me ji bo jiholêrakirina rîskên potansiyel û pêşxistina tedbîrên çareserkirina wan nîqaş kirin. Di vê qonaxê de, em bi encamek berbiçav û encama dehsalan têkoşîn, qurbanî û lêgerîna aştiyê re rû bi rû ne.”

Sedsala duyemîn û avakirina aştiyê

Ayşegul Dogan bal kişand ser wê rastiyê ku serdemeke dîrokî tê jiyîn û got ku di sedsala duyemîn a Komarê de, gavên ji bo avakirina sedsala bên avêtin. Berdevka DEM Partiyê wiha got: “Avakirina aştiyê pêvajoyek avakirinê ye. Ji ber vê yekê, em we vedixwînin ku hûn bi hev re biaxivin û şertên vê axaftinê bi hev re bixin meriyetê. Ji ber vê yekê divê em têkoşîna hevpar berfireh bikin. Deriyê yekem ê pêvajoyek ji nû ve avakirina siyasî û yasayî vebûye. Piştî dehsalan pevçûnan, rêya aştiyê bê guman piralî ye. Di demên wiha de, dê xelet be ku girîngiya gavên hatine avêtin zêde bê hesibandin an jî kêm bên hesibandin, bên paşguhkirin, an jî ji ber kêmasiyên wan nirxa wan bê qelskirin.”

‘Rexne û pêşniyarên avakar vê pêvajoyê xurt dikin’

Ayşegul Dogan di nava gotinên xwe de li ser nêzîkatiyên ku bên raberkirin jî rawestiya û wiha pê de çû: “Bê guman, em ê kêmasiyan destnîşan bikin. Bê guman em ê rexneyên xwe pêşkêş bikin. Em ê hewl bidin ku bi pêşniyarên xwe pêvajoyê xurt bikin. Rexne, pêşniyar û beşdariyên avakar vê pêvajoyê qels nakin. Berovajî vê, ew wê xurt dikin û rê didin derketina holê ya mekanîzmayên pêwîst ji bo mayîndetiya wê. Partiya me bi salan e bi bedêlên mezin bê navber ji bo aştî û demokrasiyê têkoşînê dimeşîne.”

‘Ev ne çareseriyeke dawî ye, destpêkek e’

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku ev rêzikname çareseriyeke dawî û biryardar nîne ku hemû pirsgirêkan di carekê de çareser bike, ew destpêkek e û wiha domand: “Ev rêziknameyeke qanûnî nîne ku dê Tirkiyeyê tavilê demokratîk bike. Ew ê pirsgirêka Kurd jî bi awayekî efsûnî çareser neke. Ev hemû bi têkoşîna me ya kolektîf a ji niha û pê ve ve girêdayî ye. Lê deriyekî pir krîtîk ji bo van hemûyan hatiye vekirin. Divê em ji vî derî derbas bibin û bi têkoşîna xwe ya kolektîf wî fireh vekin.”

Aktorên pêvajoyê û nêzîkatiya nû ya qanûnî

Ayşegul Dogan ji bo aktorên sereke yên pêvajoyê jî wiha got: “Aktorên sereke di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ew kes in ku ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin. Ev yek di encama şêwirmendiyên bi saetan, rojan û mehan de derket holê. Bê guman, nakokî hebûn, ku ji ber xwezaya vê pêvajoyê neçar e. Di dawiyê de, hewldanek avaker hate dayîn da ku beşdarî pêşnûmeya qanûnê û nêzîkatiya ku ji bo wê hatî girtin bibe.”

Ayşegul Dogan diyar kir ku qanûnên berê li ser bingeha "tobeya bi bandor" û tawanbarkirinê bûn û ev yek bi van gotinan rexne kir: “Heta niha li Tirkiyeyê bi dehan qanûn hatin derxistin ku li ser têgehên dûrketina takekesî, tobeya bi bandor, îtîrafkirin, an dayîna agahdariyê bûn. Û yek ji wan pirsgirêk çareser nekir; berovajî wan, rewşa bêçek kûrtir kir û êş zêde kir. Lê belê, ji bo cara yekem, ev pêşniyar nêzîkatiyek vedihewîne ku rewşa kolektîf a ku piştî hilweşandin û bêçekkirina rêxistinê derdikeve holê tekûz dike û em vê nêzîkatiyê girîng dibînin. Li şûna ku mirov neçar bikin ku bikevin têkiliyek şermezar a tobeyê, li şûna ferzkirinê, em li ser pêşniyarek qanûnî diaxivin ku encamên qanûnî yên bidawîbûna pevçûnê diyar dike.”

‘Rola birêz Ocalan û pêvajoya dînamîk’

Ayşegul Dogan bal kişand ser peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser pêvajoyê û wiha got: “Di peyama xwe ya ku ji raya giştî re hatiye belavkirin de Birêz Ocalan dibêje, 'Hîn her tişt çareser nebûye.' Lê belê, ew behsa mifteyekê dike û dibêje ku ew dikare roleke girîng bilîze. Ew balê dikişîne ser xwezaya dînamîk a pêvajoyê. Ji ber vê yekê, divê bê gotin ku Birêz Ocalan yek ji aktorên sereke yên pêvajoyê ye. Me ev yek hê berî ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê bike diyar dikir. Aktorên sereke, kesayetên biryardar ên ku rê li ber vê pêvajoyê vedikin û dest pê dikin, divê bikaribin bi rêkûpêk û berdewam beşdarî vê pêvajoyê bibin. Divê şert û mercên kar û ragihandinê li gorî wê bên sazkirin.”

‘Çek bêdeng bûn, niha dem dema çandina aştî û şertên wê ye’

Ayşegul Dogan bi van gotinan bang li hemû aliyan kir ku dev ji hesabên rojane berdin û bi berpirsyarî tevbigerin: “Pêvajoya aştiyê di heman demê de pêvajoyeke empatiyê ye. Ew tê wateya ku hûn xwe bikin şûna kesê din û hewl bidin ku wan fêm bikin. Pêşbaziya di êşê de tenê êşên zêdetir aniye. Werin em di êşê de pêşbaziyê nekin. Çek bêdeng bûne. Tilî ji tetikê hatine rakirin. Niha dem dema çandina aştî û şert û mercên aştiyê ye. Divê em van mercan bi hev re biçînin. Divê em îhtîmalên aştiyê bi hev re zêde bikin.”

‘Ziman bi qasî qanûnan bi xwe damezrîner e’

Di dawiya daxuyaniyê de, Ayşegul Dogan girîngiya zimanê aştî û diyalogê bi van gotinan destnîşan kir: “Serdemeke dîrokî û yasayî ya nû dest pê dike, ji çerxa dabeşkirin, lihevkirin, tasfiyekirin, serkeftin, têkçûn, înkar û serhildanê derdikeve. Peyvên sereke yên vê serdema nû divê berpirsyarî, ciddî, gihîştina demokratîk û wêrekî bin. Ev rêyek e ku divê bi biryardarî û hêviya siyasî bê girtin. Ji ber vê yekê, ziman bi qasî qanûnan bi xwe damezrîner e. Di vê qonaxa dîrokî de, ji bo hemû siyasetê, nemaze ji bo hikûmetê, pêdivî ye ku zimanekî erênî û avaker ê çareseriyan, aştî, diyalog, biratiya wekhev, jiyana hevbeş û pêşerojê biafirînin. Pêdiviya me bi peyvên nû, îfadeyên nû heye. Rêya ku em ê bigirin dê bi giranî bi vî zimanî û helwestên ku ji niha û pê ve di derbarê vî zimanî de têne girtin ve were destnîşankirin.”