Ayşe Ugurluya bijîjk ji kar hat avêtin
Bijîjk Ayşe Ugurlu ku weke nûnera ATO’yê beşdarî protestoya Platforma Jinan a Enqerê bû, daxuyaniya çapemeniyê xwend, ji karê xwe hat avêtin.

Navenda Nûçeyan – Endama berê ya lijneya rêveberiyê ya Yekitiya Bijîjkên Tirkiyeyê (TTB) Dr. Ayşe Ugurlu, di encama lêpirsînek de ji ber ku di dema xwepêşandana ji hêla Platforma Jinan a Enqereyê ve li ser hilbijartinên serokomariyê yên 2023’an hatibû organîzekirin, weke nûnera Odeya Bijîjkên Enqereyê (ATO) beşdar bûbû, daxuyaniyek çapemeniyê xwendibû, ji kar hat avêtin.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê fermî yê medyaya dîjîtal ê TTB’ê hat dayîn de hat gotin ku, Ayşe Ugurlu ya bijîjk bê heq û hiqûq ji kar hatiye avêtin. Hat diyarkirin ku Ayşe Ugurlu ne bi tenê ye! Di têkoşîna wê de ew ê kêleka wê cih bigrin.