Aygul Doku di merasîma mezûniyetê de pirs kir: Gulistanê li ku ye?

Xwişka Gulistan Doku Aygul Doku, di merasîma mezûniyetê ya Zanîngeha Mûnzûrê de, pirsa 'Gulistan Doku li ku ye?' kir. Aygul Doku bi talîmata rêveberiya zanîngehê ji aliyê peywirdarên ewlehiya ve bi zorê ji ser dikê hat daxistin.

Navenda Nûçeyan- Ev 888 roj in agahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku nayê girtin. Malbata wê li her derê pirsa "Gulistan Doku li ku ye?" berdewam dike. Ger Gulistan Doku nehatiba windakirin dê îsal di merasîma mezûniyet ya zanîngehê de cihê xwe bigirta.

Li Zanîngeha Mûnzûrê merasîma mezûniyetê ya sala perwerdehiyê ya 2021-2022’an pêk hat. Piştî axaftina rektor bang li xwendekaran kirin û dest bi dayîna bawernameyên wan kirin. Di vê navberê de xwişka Gulistan Doku ya mezin Aygul Doku xwest bi wêneyekî mezin a xwişka xwe ya ku 888 roj in winda ye, derkeve ser sehnê û biaxive.

Bi zorê ji ser dikê daxistin

Bi talîmata rêveberiya zanîngehê destûr nehat dayîn Aygul Doku biaxive û hat xwestin ku wê ji ser dikê were derxistin. Di vê navberê de komek xwendekar li ser dikê, durişmeyên 'Gulistan Doku li ku ye?' avêtin. Dema hat xwestin Aygul Doku bi zorê ji ser dikê bê daxistin, aloziyek demkurt hat jiyîn. Dema Aygul Doku ji ser dikê dihat daxistin, rewşa wê ya tenduristî ne baş bû, piştî demekê daxuyanî da rojnamevanan.

“Ciwanî û pêşeroja wê dizîn”

Aygul Doku wiha axivî: “ Ger Gulîstan bijiya, ew jî îro mezûn bibiya. Gulistanê nikarîbû were dîplomaya xwe bigire. Nehiştin dîplomaya xwe bigire. Ew 888 rojin wê di tariyê de dihêlin. Ez hatim dîplomaya wê bigirim, rektorê zanîngehê û mamosteyan 5 deqe ji bo Gulîstanê xerc nekirin û dîplomaya Gulîstanê nedan min. Zanîngehek bifikirin xwendekarek ku 888 roj in windaye, bi vî awayî xwedî derdikevin. Ev 888 roj in ez her serê sibê bi jiyan kirina êşa windakirina xwîşka xwe Gulistana dest bi rojê dikim. Li zanîngehê binêre, qey Gulistan qet winda nebûye. Gulistan jî vî cûbe li xwe kiriba. Dê şagirtên Gulistanê jî bibûna. 888 roj in xeyal, ciwanî û pêşeroja Gulistanê dizîn.”