Avan a hatibû şewitandin jiyana xwe ji dest da

Avan Ceza ya 17 salî ku ji aliyê mêrê pê re zewicî bû hatibû şewitandin, ji ber rêjeya zêde ya şewitînê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Li herêma Kurdistanê rêjeya qetilkirina jinan her ku diçe zêde dibe û kujer jî bê ceza tên hêlan. Ji destpêka salê heta niha 27 jin li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê hatine qetilkirin.

Herî dawî di 6’ê Hezîranê de Avan Ceza ya 17 salî ji ber rêjeya zêde ya şewatê rakirin nexweşxaneya Silêmaniyê. Li gorî agahiyên kesûkarên Avan, ji aliyê hevjînê xwe ve piştî por û birhên wê birrîn di germava di mala wê de hatiye şewitandin û hewl daye qetil bike.

Avan Ceza ku ji sedan 85’ê laşê wê şewitîbû ev 6 roj bûn li nexweşxaneyê dihate dermankirin. Bavê Avan, Ceza Cewher beriya demek kurt ji ajansa Rojnews’ê re ragihandibû  ku keça wê ji ber rêjeya zêde ya şewitînê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî Ceza Cewher ragihandî cenazeyê Avan Ceza wê ji bo spartina xakê bibin bajarokê Tekye.

Polîsan beriya niha ragihandibû ku hevjînê Avan bi tometa şewitandinê hatiye binçavkirin û lêpirsîn hatiye  destpêkirin.