ATK’ê zimanê Kurdî kir hincet, guh neda Makbule Ozer

ATK'ê yê bi hinceta "wergêrê Kurdî tune ye" guh neda Makbule Ozer a 80 salî, dê li gor raporên berê raporekê nû amade bike.

Navenda Nûçeyan-  Makbule Ozer (80) ku bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" li navçeya Artemêtan a Wanê hatibû girtin, tevî pirsgirekên giran ên tendursitiyê jî li girtîgehê tê girtin. Makbulê Ozer di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê de dimîne.

 

Makbule Ozer rojên borî sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) a Stenbolê hat kirin. Parêzera wî ragihand ku, ATK'ê hinceta "wergêrê Kurdî tune ye" guh nedaye giliyên Makbule Ozerê. Parezêr Dîlan Kûnt ragihand ku ATK’ê ji Makbule Ozerê re gotiye, "Jixwe li ber destê me rapor heye. Ne hewce ye tu tiştekî bibêjî” û da zanîn ku ATK rapora xwe hefteya bê eşkere bike.

Piştî biryara ATK'ê girtiya nexweş Malbule Ozer cardin sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê hat kirin. Dîlan Kunt, diyar kir ku rewşa tenduristiya Makbule Ozer her diçe girantir dibe û da zanîn ku rapora berfireh a derbarê rewşa muwekîla xwe dê rojên pêş de eşkere bikin.