“Astengiya herî girîng a li pêşiya girtiyên nexweş mewzûat e”

Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî rewşa girtiyên nexweş ji ajansa me re nirxand, destnîşan kir ku xweferzkirina rapora Saziya Tiba Edlî û mewzûata têkildar, ji binpêkirina mafan re rê vedike. Her wiha anî ziman ku divê li girtîgehan xizmeta tenduristiya pêşgirî were hebe.

 
ELÎF AKGUL
Stenbol- Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hejmara girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê hatine tesbîtkirin hezar û 605 e û 604 ji wan rewşa wan a tenduristiyê giran e. 
Ji serê sala 2020’an heya Kanûna 2021’ê, 7 ji wan çend roj berê, piştî taloqkirina înfazê herî kêm 59 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Ji ber şewba Kovîd-19 ya ku di Adara 2020’an de li Tirkiyeyê wek pandemî hat îlankirin, li girtîgehan tedbîrên têrker nehatin girtin û girtiyan jiyana xwe ji dest dan.
Seroka Komeleya Mafên Mirovan Gulseren Yolerî, rewşa girtiyên nexweş û bi taybetî nûçeyên pêvajoya herî dawî ya ber bi întihar û îşkenceyê yên li girtîgehan ve ji ajansa me ra nirxand.
“Mewzûat dermankirinê pir zehmet dike” 
Gulseren Yolerî rewşa siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk a ji Kanûna 2016’an û vir ve li Girtîgeha Tîpa F a hejmar 1 a Kocaeliyê ye û teşhîsa demansê jê re hatiye danîn, bi gotina “Êdî navê wê kuştina girtiyan e” dinirxine. Gulseren Yolerî ji ajansa me re rewşên ku bûne sedema vê cînayetê vegot û diyar kir ku helwesta kêfî ya rayedaran pirsgirêkek berdewam e û ji xeynî vê, bi taybetî bal kişand ser pirsgirêkên ji aliyê mewzûatê ve tên afirandin:
“Di mewûzatê de rêziknameyên ku hem ji aliyê gihandina tenduristiyê ve hem jî ji aliyê tedawiya girtiyên nexweş ve gelekî zehmetiyê dide hene. Qanûna Înfaza Ceza û rêziknameyên girêdayî wê pêşiya kesên ku li nexweşxaneyê nikarin bên dermankirin an jî di van şert û mercan de nikarin di girtîgehê de bijîn, serbest bên berdan û gihandina derfetên pêwîst ên tedawiyê astengiyek cidî pêk tîne.” 
Gulseren Yolerî anî ser ziman ku weke zarûriyekî vesazkirina rapora Saziya Tiba Edlî pirsgirêkek cidî ava dike, bi bîr xist ku li hemberî saziyê mîna ‘nirxandinên Saziya Tiba Edlî ne li gorî zanistê ye’ rexne hene; di rapora saziyê de bi nirxandina ‘di van rewşan de nikare were dermankirin’ ên nexweşxaneyên ku girtî lê tên dermankirin, mînakên bi nakok hene. 
 “Saziya Tiba Edlî ji zîhniyeta AKP'ê ne dûr e”
Gulseren Yolerî diyar kir ku Saziya Tiba Edlî weke saziyeke girêdayî Wezareta Dadê be jî xwedî zîhniyeta desthilatdariya AKP'ê ye û wiha got; “Ji ber vê yekê em bi israr destnîşan dikin ku di şopandina pêvajoya girtiyên nexweş de divê rêz ji bo raporên sazî û rêxistinên ku xweseriya wan bi zanistî hatiye îsbatkirin bê girtin.”
Gulseren Yolerî astengiyên li pêşiya girtiyên Saziya Tiba Edlî bi gotinên “divê bên serbestberdan” û ji bo wan raporek amade kir û diyar kir ku êdî ew kes nikarin li girtîgehê bimînin û wiha domand: 
“Li ser kesên ku Saziya Tiba Edlî dibêje ‘ev kes nikarin di girtîgehê de bimînin’ pirsek der barê gelo ev kes wê li ser ewlekariya gel tehdîd ava bikin an ji li ser polîsan tê kirin. Li gorî bersiva vê pirsê girtî tê berdan an jî nayê berdan. Emniyet bi kîjan nirxandinan ev analîz kiriye ne diyar e. Cihê nîqaşên cidî ye ku gelo ev nirxandin di ser mafên mirovan ên jiyanê de heye yan na. Saziya Tiba Edlî ya ku ji bo van kesan heta rewşa wan a mirinê nebe rapor nade, gotiye 'divê bê berdan'.”
Bûyera Abdullah Turan
Gulseren Yolerî, bûyera Abdullah Turan ê ku yek ji binpêkirinên mafan ên bi vê rêbazê pêk hatiye, bi bîr anî. Der barê Abdullah Turan ê nêzî salek e Li Saziya înfaz û ceza ya girtî ya Tîpa R a Metrîsê li ser sedyeyê ye, rapora ku ji aliyê Komîteya Îhtîsasê ya 3’emîn a Saziya Tiba Edlî ve hatibû amadekirin de hatibû destnîşankirin ku ji ber Turan li ser sedyeyê ye, nikare bi tena serê xwe tu pêdiviyên xwe pêk bîne, li girtîgehê mayîna wî rîska jiyanî ava dike û ji ber vê jî li gorî xala 16/6’an a Qanûna Hejmara 5275’an li girtîgehê mayîna wî ne guncav e.
Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ku daxwaza parêzerê Abdullah Turan ê bi paş de avêtina cezayê wî nirxandibû, rapora Saziya Tiba Edlî ji nedîtî ve hatibû, bi esasgirtina nirxandinên Midûriyeta Emniyetê ya Amedê, daxwazê red kiribû. Di nirxandina ku tê vegotin de hatibû îfadekirin ku Abdullah Turan ê felc e ‘wê di warê ewlehiya civakê de xeteriyekê giran û şênber ava bike’ lê piştî pêkûtiya parazvanên mafan di Kanûna 24’an de serbest hatibû berdan. 
“Tundî û muameleya xerab a li girtîgehan girtiyan ber bi întiharê ve dibe” 
Her wiha Gulseren Yolerî bal kişand ser bûyerên kuştinê yên li girtîgehan zêde dibin. Gulseren Yolerî  bi gotina; “Em dibînin ku nêzîkatiyên xirab ên her dem tên kirin, dibin sedema vê yekê” û Garîbe Gezer a li girtîgeha Kandinayê bi awayekî bi guman mirî hat dîtin û hat îdiakirin xwe kuştiye, bi bîr xist û wiha domand; “Garîbe Gezer rastî tundiyê hat, bi nêzîkbûnên xirab re rû bi rû ma. Dema ku xwest li hemberî vê têbikoşe, dengê xwe bigihîjîne derve û li benda piştgirî û piştevaniyê bû, jiyana xwe ji dest da.”
Gulseren Yolerî destnîşan kir ku ya vê pêvajoyê dihûne negihîştina mekanîzmayek cuda ya ku zextê li girtîgehan û vê zextê rawestîne ye û got: “Ev rewş rê vedike ku girtî xwe neçar hîs bikin û moralê wan xirab bibe.” Gulseren Yolerî destnîşan kir ku di vê xalê de ji girtiyan gelek gilî tên ku zext li hemberî wan berdewam dike û got; “Heta ji me re hat gotin ku erkdarekî girtîgehê ji girtiyek re gotiye gelo te hê xwe nekuştiye”  
Pirsgirêkên girtiyên nexweş berdewam dikin
Gulseren Yolerî da zanîn ku di pêvajoya pandemiyê de ji ber metirsiya derbasbûna Kovîd-19 randevûyên nexweşxaneyan ên girtiyan hatine betalkirin, emeliyatên pêwîst nehatine kirin, dermanên ku ji bo dermankirinê pêwîst in û timî tên bikaranîn nehatine peydekirin û diyar kir ku li girtîgehan pirsgirêken peydenekirina ava paqij û xwarinên bi tendurist zêde bûne. Her wiha got ku di kantînan de bi bihayên giran jî peydanekirina xwarinên pêwîst, girtiyên nexweş -bi taybetî girtiyên nexweş ên giran - ne bi wesayîdên nexweşan bi wesayîdên rîngê birîne nexweşxaneyan û sepandina muayeneyên kelepçekirî ji bo girtiyên nexweş hê jî berdewam dikin.
"Pêşgiriya xizmeta tenduristiyê şert e" 
Gulseren Yolerî di vê xalê de bal kişand ser girîngiya avakirina xizmetên tenduristiyê yên li girtîgehan û wiha bi dawî kir: 
“Ji ber bikaranîna sîstematîk û berfireh a tecrîda giran, bi şert û mercên neyînî yên din re, bûye sedem ku hejmareke mezin girtî bi nexweşiyên pir giran re têbikoşin û neçar bimînin bi wan re bijîn. Ji ber vê yekê, heta ku ev hemû faktorên neyînî ji holê neyên rakirin divê ev şert û mercên neyînî bi xizmeteke baş a tenduristiyê re bên hevsengkirin.”