Asîmîlasyon sed sal e didome: Dem dema ji nû ve avakirinê ye

Hevseroka DAD'ê Kadriye Dogan da xuyakirin, ku îro êrîşên qirkirinê bi polîtîkayên asîmîlasyonê tên kirin û got: "Gava herî girîng a li dijî bêhafize hiştinê, ji nû ve avakirin û rêxistinbûn e."

MEDÎNE MAMEDOĞLU

Dêrsim- Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku îsal bi şîara “Em ê nehêlin xweza û vîna me bê desteserkirin” cara 22’yemîn hat lidarxistin, îro bi dawî bû. Di mîhrîcana ku gel eleqeyeke mezin nîşan da, li ser mijarên rojane semîner û panel jî hatin lidarxistin. Di mîhrîcana ku bi taybetî mijara 'Bîranîn' hat axaftin, asîmîlasyon û çawaniya avakirina jiyaneke hevpar bi giranî hate nîqaşkirin.

Hevseroka Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan ku di çarçoveya festîvalê de em pê re axivîn, diyar kir ku bi rêya perwerde û siyasetê gelê Elewî hem ji aliyê bawerî û hem jî ji aliyê ziman û çanda xwe ve dibin zextê de were hiştin.

'Qirkirin bi asîmîlasyonê tê kirin, ne bi fîzîkî'

Kadriye Dogan, anî ziman ku bi rêya malên Cem polîtîkayek tê meşandin û got: Dewlet bi rêya îbadetxaneyan dixwaze baweriya Elewîtiyê bixe bin kontrola xwe. Kadriye Dogan, diyar kir ku saziyên fermî ji cenazeyan heta belavkirina aşûreyê li gelek bajaran dixwazin mudaxeleyî cemevaniyê bikin û diyar kir ku li hemberî zêdebûna êrîşan tekane çareserî rêxistinbûn e û divê hemû beşên din ên welat di vê mijarê de berpirsyariyê bigirin ser xwe. Kadriye Dogan diyar kir ku gel tevî qirkirinê jî baweriya xwe parast û îro ne fîzîkî bi rêya asîmîlasyonê polîtîkaya qirkirinê tê meşandin û bi bîr xist ku zarokên Kurd ên Elewî di sala 1938'an de hatin sunnetkirin û îro bi perwerdehiyê dersên olî li zarokên Elewî tên ferzkirin. 

'Mirovan ji hev vediqetînin û dikin dijmin'

Kadriye Dogan bal kişand ser panelên li mîhrîcanê û li ser mijarê ev nirxandin kir:

“Hemû sozên ku îro li Dêrsimê hatine dayîn, ji nû ve avakirina xwe ye. Ji bo avakirina nasnameya xwe ya Kurdewarî û girîngiya zimanê xwe yê zikmakî. Civaka Tirkiyeyê ketiye rewşeke wisa ku ev demeke dirêj e ji hev qut bûne, hem li gorî nasnameya xwe û hem jî li gorî baweriyên xwe yên netewî hev nas nakin û bûne dijmin. Em di pêvajoyeke ku polîtîkaya dijminatiyê serdest e re derbas dibin. Em teqez dikin ku nasnameyên netewî dikarin bi hev re û azad bijîn û ji bo vê em têdikoşin. Em naxwazin tu kesî ji hev dûr bixin, em ji bo avakirina jiyana hevpar bi hev re têdikoşin û ji bo vê jî bi biryar in. Gava herî girîng a li dijî bêhafize hiştinê ji nû ve avakirin û rêxistinbûn e."

'Em bi biryar in ku li dijî asîmîlasyonê ji nû ve ava bikin'

Kadriye Dogan, anî ziman ku mîhrîcan û panel di têkoşîna wan de amûrek e û got, “Hikûmetên heyî li ser vê mijarê mafê jiyanê nadin me. Bi taybetî ku mirov bi perspektîfa Elewîtiyê lê binere, em di serdemeke wisa re derbas dibin ku ji serdema Komarê heta niha bêhezkirin û qetlîam hene û îro bawerî ne bi fizîkî, bi aliyê xwe yê çandî ve hatiye asîmîlekirin. Em bi perwerdehiyê bi asîmîlasyoneke dijwar a vê yekê re rû bi rû ne. Helbet ne mecbûr e em destûrê bidin vê yekê. Em bi heman hêz û îradeya xwe li dijî asîmîlasyona wan a tund li ber xwe didin.

Bêyî ku destûrê bidin vê asîmîlasyonê em ê têkoşîna xwe ya ji nû ve avakirina xwe bidomînin. Di vê xalê de pêwîstiya me bi rêxistinbûnê heye, divê em têbikoşin, em teqez dikin ku yekitiya beşên têkoşer di vê wateyê de pir girîng e. Pêwîste em mîhrîcan û panelan ji bo vê yekê weke amûrekê bikar bînin.”

'Divê di her qadan de hişmendiya têkoşînê hebe'

Kadriye Dogan bang li hemû aliyan kir û diyar kir ku ji bo desthilatdarî hêzê kom neke divê hemû beş di nava yekîtiyê de bin. Kadriye Dogan axaftina xwe wiha domand:

“Divê em di vê mijarê de rast nêz bibin, sîstem naxwaze bi tiştên ku kiriye re rû bi rû were. Pergal naxwaze mekanîzmaya dewletê û şeklê ku bi yekitiyê ava kiriye xera bike. Ya rasttir, ew naxwaze vê taybetmendiyê têk bibe. Her weha divê em zanibin ku bi dilxwazî ​​dev jê bernedin. Pêwîste Kurd, Elewî, jin û hemû kesên din di vê qonaxê de bi di zanebûna têkoşînê debin. Bi vê wesîleyê em bang li her kesî dikin: Ev pergal ji bo ku hebûna xwe bi parêze tiştek nine ku neke. Em dev ji şer berdidin û banga aştiyê dikin. Divê muxalefeta sereke li ser vê mijarê guh bide daxwazên beşên civakî. Bi rastî ger ev hikûmeta zalim di rewşa xwe ya îroyîn de xwe nû bike, wê paşeroja me tarî bibe. Beriya ku dereng nebe divê em bibin yek û hêzeke ku vê taybetmendiya pergala heyî ji holê rabike ava bikin.”