Asayîşa Jin gul diyarî endamên xwe yên bende kontrolan kir
Asayîşa Jinê ya herêma Firatê, bi wesîleya 8`ê Adarê gul li ser endamên xwe yên li ser bendên kontrolan belav kir.
Kobanê - Di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Jinên Cîhanê de Asayîşa Jin a herêma Firatê gul diyarî endamên xwe yên li ber bendên kontrolê yên kantona Kobanê kirin.
"Hêzên parastina jinê palpiştiya jinên civakê ye"
Endama rêveberiya Asayîşa Jin ya herêma Firatê Viyan Himêdî behsa xebatên wan kir û got: "Hevalên me ji bo ewlehiya bajar biparêzin bê navber ked didin. Me jî xwest bi boneya 8`ê Adarê gulan diyarî wan bikin û keda wan spas bikin. Bê gûman hêzên parastina rewa yên jin di nava civakê de gelek girîng e, em jî hewil didin li gor vê girîngiyê bi erka xwe rabin.
Deverên ku parastina jin lê tune be, ew jin her tim di nava metirsiyê de ye. Lê deverên weke Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku gelek hêzên parastina jin weke YPJ`ê, Asayîşa Jin û HPC-Jin hene, jin dikarin bi cesaret û bê tirs tevger bikin."
Heleb
Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê re Hêza Ewlekariya Hundirîn a bajarê Helebê şahiyek girseyî bi dirûşmeya “Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin”li Hola Star Layt a taxa Şiqeyêf a girêdayî Şêx Meqsûd bi tevlîbûna bi sedan endamên Hêza Ewlekariya hundirîn ên jin her wiha endamên sazî û dezgehên sivîl hat lidarxistin.
Li ser navê Rêverberiya Kongira Star a bajarê Helebê Mewlîde Silêman axivî û got: “Şoreşa me berdewame ta ku em azadiyê bi dest dixin û bi taybet em jinan ji bin zilm û zordariyê rizgar bikin.”
Li ser navê Rêvberiya Hêza Ewlekariya Hundirîn a jin Leyle Sîdo axivî û got: “Em ê ala tekoşîna xwe bilind bikin ta ku em her jinekê yê êş dikişinin azad bikin. Em ê bi hev re jî hemû sînorên ku li derorê jinê hatiye danîn bişkînin.
Ji aliyê endama Hêza Ewlekariya Hundirîn ya bi navê Hêva Hemo ve helest hat xwendin. Paşê koma guvendê ya Asayîşa jin derketin dikê. Her wiha koma Şehîd Verjîn a Stirana a navenda Hîlala Zêrîn stiranên xwe pêşkêş kirin. Stranbêj Fatime Ebdo jî stiran got.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.