Aryen Turan a çekên kimyewî anîbû rojevê beraet kir

Parêzer Aryen Tûran a ji bo bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê anîbû rojevê bi sûcdariya ‘alîkariya rêxistinê’ dihat darizandin, beraet kir.

Îzmir- Doza derbarê Parêzer Aryen Turan de ku di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê kiribû rojev, berdewam dike.

Danaşîna 2’em ya doza parêzer Aryen Turan ku bi îdaeya “Bizanebûn û dilxwazî alîkariya rêxistinê kiriye” li 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hate dîtin. Di danaşînê de parêzerê  wê di danişînê de amade bûn, ji bilî hiqûqnasên ji Fransa, Îspanya û Hollandayê Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz, parazvanên mafên mirovan û gelek parêzer jî beşdarî danişînê bûn.

‘Doz di encama kampanyayên medyayên dijber de hate vekirin’

Parêzer Aryen Tûran a parastina xwe kir, destnîşan kir ku doza hatiye vekirin di encama kampanyaya lîncê ya medyaya alîgir hatiye vekirin û wiha got: “Piştî bûyerê min hewl da bi dozger û serdozger re biaxivim. Min ji wan re got ez parêzer im û hewce bike dikarim îfadeyê bidim. Lê ji ber lînc mezin bû piştî du hefteyan dozger derbarê min de biryara binçavkirinê da. Piştî binçavkirinê du rojan îdianame hate amadekirin. Sedemê bilezbûna vê ne ku daraz bi lez e, dozger xwest ji dosyayê xilas bibe. Min dizanî ku ez ê beraet bikim. Dema min li pişt xwe nêrî yekane tişta ku were bîra min dê ev qelebalixa li pişt min be.”

‘Li dijî hemû binpêkirina mafan me xwest dengê xwe ragihînin’

 Hevseroka Şaxa OHD’a Îzmîrê parêzer Şukran Ozturk a pişt re axivî da zanîn ku metne ji bo Lijneya Giştî ya Baroyê amade kirin ne sûc e û wiha got: “Me xwest li dijî hemû binpêkirinên mafan ên li cîhanê tên jiyîn dengê xwe ragihînin. Lê ev darizandin jî gihiştiye armanca xwe û axaftina hin meseleyan astengkiriye. Lê em weke hiqûqnas dest ji têkoşîna xwe bernadin. Ez beraeta muwekîla xwe dixwazim.”

‘Divê mirov li ser hişmendiyê rastî darazandinê neyê’

Hevserokê Giştî yê OHD’ê parêzer Serhat Çakmak jî da zanîn ku  tev li mutalaaya dozger dibin û wiha got: “Ji bo ku em li dijî mexdûriyetên li qada mafên mirovan de têdikoşin me fikrên xwe anîn ziman. Hempîşeya min jî xwest îdiayek were lêkolînkirin. Em jî di vê fikrê de ne. Tişta ku diviya bihata kirin dest pêkirina lêpirsîneke derbarê vê îdiayê de bû. Lê ev nehate kirin û muwekîla min qurbanî kampanyaya lîncê hate kirin. Em beraeta wê dixwazin.”

‘Hûn nikarin tu saziyan ji hiqûqê bêpar bihêlin’

Parêzer Turkan Aslan Agaç jî da zanîn ku muwekîla wê di Lijneya Giştî ya Baroyê de metnekî ku pirsgirêkên Tirkiyeyê vedigot xwendiye û wiha got: “Yek ji tişta ku gotiye jî lêkolîna îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ya di operasyonên derveyî welat de ye. Ez tev li penasekirina rexneya giran a dozger nabim. Hûn nikarin tu saziyan ji hiqûqê bêpar bihêlin. Artêş, daraz û teşkîlata polîsan jî di nav de. Artêşa tirk û teşkîlata polîsan ne saziyên ku sûc nakinin. Ji xwe derketibû holê ku artêşa tirk li dijî sivîlan çalakiyek pêk aniye. Peywîra me ya bingehîn ew e ku ji mirovên li dijî hiqûqê tevdigerin hesabê bipirsin e.”

Şandeya dadgehê piştî parastinan biryara xwe da û diyar kir ku ji ber di dosyayê de tiştekî ku bibe sûc nîne derbarê parêzer Aryen Tûranê de biryara beraetê didin.