Amadekariyên koma zarokan a Şamê ji bo 8’ê Adarê

Li Şamê koma zarokan a stran û govendê amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dikin.

Şam- Di 8’ê Adara 1857’an de li NewYorkê bi hezaran jinên karker ên tekstîlê, ji bo daxwazên mîna di rojê de kar 8 saet be, şert û mercên kar bên başkirin û ji bo karê wekhev heqdest bên dayîn dest bi çalakiyê kirin. Karmend ji bo hevgirtina karkeran belav bikin deriyên kargehên xwe digirin. Paşê bi rengekî bi guman şewat derdixîn û di wê şewatê de 129 jin jiyana xwe ji dest didin. Piştî buyerê nerazîbûnên jinan rû didin û sala 1857’an li ser pêşniyara Clara Zetkîn û têkoşîna jinên Neteweyên Yekbûyî roja 8’ê Adarê weke Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar tê pejirandin. 
Bi saya şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêşketinên giring li Sûriyê çêbû û jinan karîn vê şoreşê veguherînin şoreşa jinê. Bandora şoreşa jinê ji herêmî û deverên dibin banê Rêveberiya Xweser de despêkir û li dorhêlek fereh bandora xwe daye çêkirin. Jinan ji gelek deverên cîhanê peyamên weke ew îlhama xwe ya bingehîn ji şoreşa jinê ya Rojavayê Kurdistanê digirin û bi wê îlhamê tevlî têkoşîna her roja diçe li qadan vedigere girseyên jinan dibin. Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê re di biniya sazî û navendên jinan de gelek amadekariyên mezin tên kirin. Li Şamê koma zarokan a stran û govendê dest bi amadekariyan kirine.
Berpirsa Çand û Hunerê ya bajarê Şamê, Îman Sîlo ya ku zarokan perwerde dike got: “Em di serî de vê rojê li Rêber Apo, jinên cîhanê û tevahî gel pîroz dikim. Li gelek cihan amadekarî tên kirin û em jî weke Çand û Hunera Şamê di aliyê stran û govendan ve amadekarî dikin. Em dixwazin Roja jinan bi coş pîroz bikin. Armanca me ewe ku em divê rojê de reng û hebûna jinê bidin xuyanî kirin.”