Aliye Motahharî ya Efganistanî li dijî qedexeyan bi hêvî têdikoşe

Li Efganistana ku bûye welatê qedexeyan hê jî jin nikarin bazarganiyê bikin. Aliye Motahharî sedema vê yekê bi bacên ku tên berhevkirin ve girêda û bi serpêhatiya xwe nîşan dide ku dê jin bikaribin bi hêvî riya xwe bidomînin.

BAHARAN LEHÎB

Bamyan – Li Efganistanê ji ber ku jinbûn bi xwe sûc tê dîtin, tevî qedexeyan jî jin li riyên ku bikaribin pê bijîn diğerin. Li Bamyanê Aliye Motahharî, ya ku ji zangîngehê mezun bûye, ji ber rastî astengiyan hatiye nikaribûye pîşeya xwe bike lê tevî astengiyan jî dest ji xwe bernedaye.

Talîbana ku hewl dide jinan ji xebatên giştî û ji nava civakê dûr bixe, ji bo jinan destûr dide ku xebatên aborî bikin. Yek ji sedemên vê yekê jî berhevkirina bacê ye. Aliye Motahharî ji beşa aborî mezûn bûye, piştî ku di warê xebatê de rastî qedexeyan hatiye, biryara vekirina dikanek ji bo  berhemên destan, bi taybetî cilên kevnepşopî yên Efganistanê vekiriye. Aliye Mutahharî ya ku du sal in bazirganiyê dike wiha dibêje: “Ji ber ku min perwerdeya aborî û bazirganî dît min dest bi vî karî kir. Niha ji bo jinan derfetên kar gelek kêm in. Em tenê dikarin bazirganiyê bikin û dikanan vekin.”

Aliye Motahharî diyar dike ku sermayeya pêşîn bi xistina îpotekê ya zeviya bavê xwe bi dest xistiye.

‘Hezar derî girtîbin jî deriyek vedibe’

Aliye Motahharî behsa nêzikbûna gelê Bamyanê ya ji bo xwe kir, bal kişand ser zextên Talîbanê û wiha got: “Di warê sergirtin û xwegirtinê de pir hişk in. Maske ferz dikin û ji me re dibêjin divê em burka li xwe bikin lê hê vê yekê nekirine. Hezar derî girtîbin jî yek dê vebe. Em jig elek karan bêpar man lê divê em rabin ser piyan û karê xwe bikin. Ne tenê bi perwerdeyê, em dikarin bazarganiyê û karên otêlan jî xwe bi pêş bixin.”

Serpêhatiya jinên ku tevî astengiyan jî riya xwe domandine

Aliye Motahharî der barê dayîna bacan de jî agahî da û wiha domand: “Em ji sê mehan carek bacê didin. Em pere didin nobedarê dikanê jî. Bacê li gorî berhemên di dikana me de diyar diyar dikin.”

Jinên Efgan ên di bin rêveberiya hişk a Talîbanê de jiyana xwe didomînin, tevî hemû zoriyan jî têkoşîna xwe berdewam dikin. Aliye Motahharî yek ji jinên ku tevî astengiyan jî bi hêvî bi pêş ketine ye. Van jinan îsbat dikin k udi rojên tarî de jî bi hewldan û zanîn mirov dikare bibe ronahî.