Ala Talabanî: Êrîşên dewleta Tirk nayê qebûlkirin

Parlamentera berê ya Iraqê Ala Talabanî li ser medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser rojnamevanan nayê qebûlkirin.

Navenda Nûçeyan –Bertekên li dijî qetilkirina rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn û birîndarbûna 6 rojnamegeran berdewam dikin.

Parlamentera berê ya Iraqê Ala Talabanî têkildarî êrîşa dewleta Tirk daxuyanî da. Ala Talabanî di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya dîjîtal de got: "Êrîşa herî dawî ya li ser bajarê Silêmaniyê û hedefgirtina wesayîta 2 jinên ku di sektora çapemeniyê de dixebitin, êrîşeke ku nayê qebûlkirin e."

Ala Talabanî da zanîn ku, ew tiştên ku qewimîn di encama êrişên zêde yên Enqerê de derketin holê û got ku ji aliyekî din ve, Bexda helwesteke nezelal li hember binpêkirina berdewam a serweriya neteweyî nîşan da. Ala Talabanî di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:

“Her wiha ev rêze êrîşan dihêle ku em serdan û lihevkirinên di navbera Bexda û Enqerê yên der barê operasyonên leşkerî yên berdewam de lêpirsîn bikin. Hevdîtinên her du partiyan ber bi ku ve diçin? Operasyonên Tirkiyê bêyî tu daxuyaniyeke Iraqê çawa dikarin berdewam bikin? Em çawa dikarin fam bikin ku di civînan de çi diqewime? Mafê me heye em rêyên tundiyê yên li dijî sivîlan red bikin û mafê me heye ku em encamên civînên wan ji aliyên danûstandinan bixwazin."