Aktîvîstên jin ên Iraqî piştgiriyê didin YPJ’ê
Aktîvîstên jin ên Iraqî piştgiriya xwe bi Yekineyên Parastina Jin (YPJ) ê re ragihandin û diyar kirin ku divê li ser prensîbên edalet û wekheviyê, di destûra Suriyeyê de rol û mîsyona YPJ’ê were nasîn.
RAJA HAMID REŞÎD
Iraq – Jinên Iraqî hevgirtina xwe bi kampanyaya ku ji hêla platforma çalakiyên hevbeş û rêxistinên jinan ên li Rojava ve ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) hatiye destpêkirin ragihandin. Ev hevgirtin ji bo beşdariya jinan di pêvajoya entegrasyonê de di nav saziyên ewlehî û parastinê de were garantîkirin e. Ev daxwaz li ser peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de di 29’ê Çileya 2026’an de hatiye îmzekirin e. Çalakvanan piştgiriya xwe ji bo mafên jinan ên beşdarbûn û biryardanê tekez kirin û diyar kirin ku divê rol û fedekariya wan yekîneyan werin nas kirin.
Ji bo edalet û wekheviyê
Çalakvan Beşra Ebû el-Iys hevgirtina xwe bi kampanyaya piştgiriya Yekîneyên Parastina Jinan re bi van gotinan anî ziman: “Li ser bingeha prensîbên edalet û wekheviyê û li berçavgirtina fedekariyên mezin ên ku ji hêla Yekîneyên Parastina Jinan ve di tevahiya têkoşîna xwe de hatine kirin, ez piştgiriyê didim entegrasyona van yekîneyan bi beşdariya jinan. Divê ev yek ji hêla rêveberiya demkî ve li gorî peymana Çileya 2026’an bi fermî were kirin.”
‘Parastina mafê jiyanê pirsgirêkek mirovî ye’
Di heman çarçoveyê de, çalakvana siyasî Dîna al-Tai jî dibêje: “Îro ez wekî jineke Iraqî diaxivim û bawer dikim ku pirsgirêkên jinan li herêma me bi hev ve girêdayî ne. Parastina jiyan, rûmet û mafê parastinê yê jinan ne pirsgirêkek herêmî an demkî ye, pirsgirêkek mirovî ya dadperwer e.”
Dîna al-Tai hevgirtina xwe bi kampanyaya piştgiriya Yekîneyên Parastina Jinan û bi mafê jinan re ragihand da ku bibin beşek bingehîn a her pêvajoyek siyasî, ewlehî an parastinê ya têkildarî pêşeroja Sûriyeyê û herêmê.
‘YPJ sembola îradeya jina azade’
Dîna al-Tai diyar kir ku Sûriyeyê di salên dawî de yek ji demên xwe yên herî dijwar derbas kiriye û jinan di pêvajoyên wek tundî, koçberî, revandin, hedefgirtin û hewldanên şikandina îradeya wan de du qat bedel dane. Wê tekez kir ku li hember vê rastiyê, jin ne tenê yên ku bedela canî didin, ew di heman demê de pêşengên parastina jiyan, rûmet û civaka xwe ne û got: “Yekîneyên Parastina Jinan ne tenê avahiyek leşkerî ne, ew bûne sembola îradeya jinên azad ên ku biryara azadî û parastina civaka xwe didin. Ev yekîne di parastina sivîlan, rizgarkirina jin û zarokan û parastina nirxên azadî, wekhevî û edaletê de roleke girîng dilîzin.”
‘Pêdiviyek ji bo bidestxistina aştiyeke dadperwer û mayînde’
Dîna al-Tai tekez kir ku pêvajoya avakirin an yekkirina saziyên parastinê li Sûriyeyê nikare vê rolê paşguh bike û fedekariyê jinan nikare wekî mijarek duyemîn were hesibandin û wiha got: “Beşdarbûna jinan û naskirina rêxistin û ezmûnên wan ne xêra tu kesî ye; ew mafek û pêdiviyek ji bo bidestxistina aştiyek dadperwer û mayînde ye.”
Dîna al-Tai destnîşan kir ku wekî jinên li Iraq û herêmê, ew pir baş dizanin ku piştî fedekarî û têkoşîna ewqas mezin, paşguhkirina jinan tê çi wateyê baş dizanin û got ku aştiya rastîn bi dûrxistina jinan, paşguhkirina dengên wan û jêbirina destkeftiyên wan nayê avakirin.
Wê tekez kir ku hevgirtina bi Yekîneyên Parastina Jinan re tê wateya hevgirtina bi mafê jinan ê jiyan, parastin, beşdarbûn û biryardanê re û ev jî hevgirtina bi her jinekê re ye ku li hember tundiyê li ber xwe dide, teslîmbûnê red dike, civak û rûmeta xwe diparêze.
'Silav ji hemû kesên ku jiyanê diparêzin re'
Dîna al-Tai, girîngiya piştgiriya kampanyaya ku daxwaza naskirina Yekîneyên Parastina Jinan dike, destnîşan kir û tekez kir ku divê tevlîbûna wan di her avahiya parastinê ya pêşerojê de were misoger kirin, di heman demê de bêhempabûn, rol û dîroka wan were parastin. Dîna al-Tai, bang li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir ku bersiva vê daxwazê bide. Dîna bi vê awayî dawî li gotinên xwe anî: “Silav ji hemû kesên ku azadiya jinan, aştiya gelan û jiyanê li dijî zilm û terorê diparêzin.”
Piştgiriya Yekîneyên Parastina Jinan tê wateya parastina mafê jinan ê parastin, beşdarbûn û biryardanê. Ev her wiha nîşan dide ku aştiyek dadperwer bi dûrxistina nîvê civakê nayê bidestxistin. Naskirina fedekariyê jinan di avakirina pêşerojek azadtir û dadperwertir ji bo gelan, gaveke bingehîn e.