Aktîvîsta Mexrîbî: Wekhevî ne luksek e, mafek bingehîn ê jinan e
Aktîvîsta hiquqî Leyla Amêlî balkişand ser astengiyên ku jin digel guhertina zagonan jî li deverên dûr dikşînin û got: “Wekhevî ne luksek e, mafek bingehîn ê jinan e.”

HENAN HERÊT
Mexrîb – Mafê jinan li Mexrîbê di 20 salên dawî de pêşketinek girîng dît, lê bi taybetî li deverên gundewarî û dûr, zehmetî û astengî hê jî hene.
Aktîvîsta Mafên Mirovan û Seroka Komeleya Destên Aza Leyla Amêlî li ser van mijaran kûr dibe. Em jî bi Leylaya ku ji bo pêşxistina wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî û cudakariyê dixebite, têkildarî pêşketina qanûnî ya Mexrîbê, dijwarî û pêşîniyên têkoşîna ji bo mîsogerkirina mafên jinan a di hemû waran de, axivîn.
* Gelo çarçoveya yasayî ya heyî ya Mexrîbê, ji bo jinan parastina têrker mîsoger dike ku wekheviyek bibandor bi dest bixin?
Mexrîbê, ji bo pêşxistina mafên jinan gavên girîng avêtiye. Ji Zagona Malbatê ya 2004’an ku rewşa jinan di mijarên zewac, hevberdan û wesayetê de baştir kir. Heta Zagona Netewebûnê ya 2007’an ku mafê veguhestina netewebûna xwe ji zarokên xwe re da jinan. Her wiha Destûra Bingehîn a 2011’an ku wekheviyê destnîşan dike û Zagona Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Dijî Jinan a 2018’an hatin çêkirin.
Van zagonan mafên jinan baştir kirine, bi taybetî di warê qedexekirina zewaca zarokan, pirjinî û parastina mafên milkê de. Lê dijwariya herî mezin di bicîhanîna van qanûnan de ye, bi taybetî li gund û deverên dûr ku kevneşopî û pratîkên civakî dibe ku bi metnên zagonî re nakok bin. Ji ber vê bilindkirina hişmendiya zagonî ya jin û civakê, ji bo mîsogerkirina wekheviyê bibe rastiyek berbiçav, şertek pêşîn e.
* Gelo ji bo mîsogerkirina wekheviya zayendî, zagonên herî girîng ên ku divê werin sererastkirin an jî derxistin çî ne?
Ji bo têkoşîna li dijî tundî û cudakariyê, pêdiviyek lezgîn bi zagonek berfireh heye. Ji ber ku ew çarçoveyeke ji bo çareserkirina hemû cureyên tundiyê û cudakariyê peyda dike. Zagona çarçove ne tenê bi parastinê ve sînordar e, di heman demê de ji bo çavdêriya binpekirinan mekanîzmayên bicîhanînê peyda dike. Wek komîte û saziyên taybet, ji bo çavdêriya mafan û dabînkirina piştgiriya yasayî û civakî ya ji bo jinan bandorker e.
* Gelo zagona çarçove dê çawa cûdahiyek rasteqîn çêke?
Zagona çarçove ne tenê nivîsek e, ew amûrek stratejîk a ji bo bicîhanîna mafan a li ser erdê temsîl dike. Pêşî, zagon dê mekanîzmayên çavderî û şopandinê ava bike ku rêzgirtina mafên jinan li gund û deverên dûr mîsoger bike. Ew jî bi riya komîteyên herêmî ji bo şopandina bicîhanînê, wergirtina giliyan û peydakirina piştevaniya zagonî û civakî ye. Ya duyemîn, ew ê beşdarî yekkirina prosedurên yasayî û mafên mirovan bibe û diyar bike ku parastina jinan ji herêmê ji bo herêmeke din neguhere. Her binpêkirinek tundî an jî cudakariyê, wê li gorî mekanîzmayên şopandin û hesabpirsînê be.
Di dawiyê de, bandora zagona çarçoveyî dighê guhertinên çandî û civakî. Dema ku civak dibîne rêz ji mafan re tên girtin û binpêkirin bi bandor tên çareserkirin, pratîk û kevneşopiyên ku astengiya wekheviyê dikin, dest bi guhertinê dikin. Zagon dibe amûrek ji bo bidexistina wekheviyek bibandor û berfireh, zêdekirina beşdariya jinan a di jiyana giştî de û rê dide wan ku di perwerde û biryardayînê de bighîjin derfetên wekhev.
* Ji bo bidestxistina wekheviyê, pêşîniyên civakî û aborî çi ne?
Wekhevî, ne tenê metnên yasayî, dadweriya aborî û civakî digre nava xwe. Divê jin û mêr mûçeyên wekhev bigrin. Ji ber ku cudahiya mûçeyan bandorê li ser serxwebûna aborî ya jinan û jêhatibûnên wan a dabînkirina jiyanek baş a ji bo malbatên wan dike.
Divê ji bo mafên malnişînê ya jinan rêz were girtin ku parastina madî ya malbatan were mîsogerkirin û cudakariya zayendî ya aborî bê kêmkirin. Her wiha mafên jîngehê jî girîng in. Ji ber ku jin bi taybetî li deverên gundewarî û yên bêpar, ji guherîna avhewayê û kêmbûna çavkaniyên xwezayî bandor dibin. Bidestxistina wekheviyê li vir bi domdariya jîngehê ve girêdayî ye û rola jinan di parastina çavkaniyan û beşdarbûna di pêşketina domdar de, zêde dike.
Her wiha pêdivî bi guhertina polîtîka û saziyan heye ku beşdariya jinan di biryargirtinê de û gihîştina derfetên aborî ya bi awayekî wekhev bi mêran re misoger bibe. Ev yek aramiya civakê û pêşketina jinê zêde dike.
* Derbarê wekhevî û edaleta civakî de peyama we ji bo ciwanan û jinên ciwan çi ye?
Wekhevî û edalet ne luksek e, mafek bingehîn ê mirovan e. Jinên Mexrîbî di hemû qadan de nirxa xwe îspat kirine û dest bi stendina cihên ku berê ji bo mêran hatibûn veqetandin kirine. Wekî Wezaretên Plansaziya Bajaran, Darayî û Aboriyê.
Bihêzkirina jinan û bidestxistina edalet û azadiyê ji bo pêşketina civakê, şertek hewce ye. Guhertin gengaz e. Divê herkes mafên xwe bizanibe û ji bajaran bigre heta gund û çiyayan beşdarî bicîhanîna wan bibe. Ciwan û jinên ciwan dê van mafan biparêzin û rêya edalet û wekheviyê di pêşerojê de bidomînin.