Aktivîsta mafên mirovan Sîma Alipour hat binçavkirin

Parêzvana mafên mirovan Sîma Alipour ku li Tebrîzê dijî, piştî di 17’ê Adarê de ji bo îfade bide ji miduriyeta Îstîxbaratê gazî wê kirin, hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Parêzvana mafên mirovan a Azerî Sîma Alipour ku li Tebrîzê dijî, piştî di 17’ê Adarê de ji bo îfade bide ji miduriyeta Îstîxbaratê ya Muhafizên Şoreşê ya Tebrîzê gazî wê kirin, hat binçavkirin.

Sîma Alipour berê jî gelek caran hatibû binçavkirin, di pêvajoyên binçavkirinê de hinek caran bi kefalet hatibû berdan. Di 13’ê Sibatê de bi telefonê ji Sîma Alipour xwestin biçe Miduriyeta Îstîxbaratê ya Muhafizên Şoreşê ya Tebrîzê lê belê ji ber gazîkirinê ‘ji derveyî zagonê’ dîtibû neçûbû.

Polîsên Îstîxbaratê li ser neçûna dayîna îfadeyê, hefteya borî bi ser mala Sîma Alipour de girtin, li malê lêgerîn kirin, dest danîn ser hinek amûrên wê yên şexsî û telefona wê, ji bo biçe îfade bide zextê lê kiribûn.