Aktîvîsta jîngehê û zanîsta jinê Jane Goodall koça dawî kir

Aktîvîsta jîngehê û biyolog a navdar Jane Goodall, di 91 saliya xwe de koça dawî kir. Jane Goodall ku mîna parêzvanek xwezayê ya bêwestan dihat binavkirin, mîrateyek zanistî û mirovî ya nayê jibîrkirin hişt.

Navenda Nûçeyan – Enstîtuya Jane Goodall, bi daxuyaniyekî bi fermî ragihand ku aktîvîsta jîngehê û biyolog a navdar Jane Goodall, di 91 saliya xwe de koça dawî kir. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Jane Goodall di dema gera xwe ya konferansê ya li eyaleta Kalîforniya ya DYE’ê de jiyana xwe ji dest daye. 

Jane Goodall, jiyana xwe fedayê têgihîştina tevgerên ajalan û parêzvaniya jîngehê kir. Jane Goodall, bi peyamên xwe yên hêvî û dilsoziyê, ji bo gelek zanyar û aktîvîstên li seranserê cîhanê bû îlham.

Kariyera zanistî ya Jane Goodall, di sala 1960’an de li Tanzanyayê dest pê kir. Jane Goodal, bû yekem kes ku serxwebûna şempanzeyan di jîngeha wan a xwezayî de lêkolîn kir. Lêkolîna wê eşkere kir ku şempanzeyan ne tenê amûran bikartînin, di heman demê de xwedî taybetmendiyên kesayetî, girêdanên hestyarî û tevgerên civakî yên mîna mirovan in.

Di temenê xwe yên pêş de, li seranserê cîhanê ji bo hişmendiya jîngehê xebatên xwe meşand û peyamên bi hêvî yên li ser xwezayê û pêşeroja gerstêrkê da. Jane Goodall, di tevahiya kariyera xwe de gelek xelatên bi prestîj ên mîna sernavê "Lady", Balyoza Aştiyê ya NY’ê, Xelata Templeton û Madalyaya Azadiyê ya Serokatiya DYE’yê wergirt.

Vedîtinên Jane Goodall, zanist veguherand û şêwe da têgihîştina me ya xwezayê. Mîna pêşengek parêzvana xweza û hevsengiya ekolojîk, di aliyê zanistî û mirovî de mîrateyek bi îlham da.