Aktîvîsta Jîngehê: Tundiya li dijî jinan çima sivik tê dîtin?

Li seranserê cîhanê her sal zêdetirî 200 çalakvanên jîngehê tên qetilkirin. Li gorî lêkolînê; tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî ya li dijî aktîvîstên jin ên jîngehê jî gelek caran ji nedîtî ve tê.

Navenda Nûçeyan – Li cîhanê her sal zêdetirî 200 çalakvanên jîngehparêz tên qetilkirin. Yên piranî tên qetilkirin gelên xwecihî yên ku axa xwe diparêzin, cotkarên piçûk ên ku li dijî çandiniya pîşesaziyê derdikevin, mirovên li herêmên ku qutkirina dar û madencitî çavkaniyên wan yên jiyanê tehdîd dike dijîn.

Aktîvîstên jîngehparêz ên tên qetilkirin zêde di medyayê de xuya nabin, ger xuya bibin jî em bi gelemperî der barê jiyana wan de zêde tişt fêr nabin. Gelek caran nav û zayenda van aktîvîstan jî nayê gotin. Tundiya zayendî ya li ser bingeha civakî aktîvîstên jin ên hawirdorê gelek caran ji nedîtî ve tê. Lêkolîner dibêjin, tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî ku ji nedîtî ve tê, dikare ji binê mehfûr re were paqîj kirin.

Herî kêm 523 bûyerên tundiya li ser jinan heye

Makaleyek ku lêkolinek têkildarî di deh salên borî de li ser nakokiyên jîngehê yên li çar aliyê cîhanê dihewîn e, di kovara Nature Sustainability de hate weşandin. Di lêkolînê de hat tesbîtkirin ku herî kêm 523 bûyerên tundiya li ser jinan hene. Ji van bûyeran 81 jê mirinên jinan bû. Yek ji van jinan Cheryl Ananayo bû ku li dijî kana zêr û sifir a li Fîlîpînan derketî bû. Cheryl Ananayo di sala 2012 de ji aliyê "mêrên nasname nediyar a biçekdar” ve hatibû qetilkirin. Nêzîkî nîvê van bûyeran bûyerên tundiyê li dijî jinan bûn ku mîna Cheryl Ananayo kesên li dijî derxistina sifir û zêr bi gelemperî madenên ji bo amûrên elektronîkî vedihewîne, radiwestin hatin hedef girtin.

Di Atlasa Edaletê de daneyên têrker ên têkildarî zayendî nîne

Mirina Cheryl Ananayo û têkoşîna wê di nexşeyek serhêl a bi navê Atlasa Dadweriya Jîngehê de hat belge kirin. Ev atlas projeyek e ku di sala 2012’an de ji aliyê Enstîtuya Zanist û Teknolojiya Jîngehê (ICTA) ve li Universitat Autónoma de Barcelona hat destpêkirin bû. Lêkolîner Dalena Tran û Ksenija Hanaček, ji bo  belge kirina çend parêzvanên jîngehê yên jin bûne hedef û hatine kuştin daneyên vê atlasê tarama kirin. Lêbelê, di makaleya ku daneyên wan di kovarê de weşandine de, gotin dibe ku atlas mirinan hesapkiri be, ji ber ku di derheqê zayendî de ne xwedî gelek daneyan e.

'Tundiya li dijî jinên aktîvîstên jîngehê berdewam dike'

Dalena Tran di makaleyê de wiha dibêje: "Tundiya li dijî çalakvanên jin ên hawirdorê berdewam dike, ji ber ku bêcezatiyek cidî heye. Mirov difikirîn ku ew dikarin jê birevin. Hinek din jî difikirin ku em çiqas hindik zanibin, çêtir e.” Dalena Tran dest nîşan kir ku hedefgirtina jinên aktîvîstên jîngehe û wiha got: “Jinên aktîvîstên jîngehê her roj rastî tundiyê tên. Dîrokek dirêj û gelek qat şert û merc hene ku bûne sedema van cînayetan. Ev qatman jî bi piranî li ser zayendê ye. Kesên ji zayendên cuda tên marjînalîzekirin."

Dalena Tran behsa zehmetiyên diyarkirina zayenda çalakvanên jîngehê yên hatine qetilkirin kir û wiha berdewam kir: “Di piraniya raporan de bi eşkereyî behsa zayendê jî nayê kirin. Ji ber vê jî hejmara jinên aktîvîstên hawirdorê yên hatin qetilkirin ji texmîna me kêmtir derket. Me tenê karîbû jinên ku me tesbît kiribûn tev li lêkolînê bikin. Gelek doz hebûn ku me nikarîbû têxin nava vê lêkolînê, ji ber ku me nikarî makale û agahiyên fermî ku behsa van dike, bibînin.”

Dalena Tran a behsa armancên lêkolînê kir û wiha axivî: "Armanca lêkolîna me ew e ku mirov bi rastî jêpirsin bikin ka li dora wan çi tê jiyîn.”

Çavkanî: The Verge