Aktîvîsta Filistînî Îslah Hesniye jiyan xwe ji dest da
Aktîvîst û parêzera Filistînî Îslah Hesniye ya yek ji navên pêşeng ên parêzvanên mafên jinan ên li Xezayê, di 22’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Îslah Hesniye, bi salan ji bo zêdekirina beşdariya jinan a jiyana civakî û parastina mafên jinan têkoşiya.

Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Parêzerên Filistînî, bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku yek ji navên pêşeng ên parêzvanên mafên jinan ên li Xezayê û parêzvan Îslah Hasniya di 22’ê Îlonê koça dawî kir.
Yekîtiya Parêzerên Filistînî, di daxuyaniya xwe de Îslah Hesniye bi tevkariyên wê yên hêja ya di civak, hiqûq û mafên jinan de bi bîr anî û diyar kir ku mîrata wê dê ji bo parêzerên jin ên li Filistînê bibe çavkaniya îlhamê. Yekîtiyê, da zanîn ku Îslah Hesniye, yek ji kesayetên navdar bû ku li Xezayê yekemîn ofîsa parêzerê jin vekir û bû yekemîn endama jin a Yekîtiya Parêzerên Filistînî.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Îslah Hesniye, li Xezayê di konên penaberan de ji ber nebûna dermanan a ji ber şer û ambargoya berdewam, jiyana xwe ji dest da. Îslah Hesniya, di qadên neteweyî, sendîkayî û hiqûqî de têkoşînek mezin da.”
‘Têkoşîna wê dê bibe çavkaniya îlhamê’
Her wiha Navenda Lêkolîn û Parastina Hiqûqî ya Jinên Filistînî jî aktîvîst û parêzer Îslah Hesniye wiha bi bîr anî: "Navenda me parêzera jin a herî navdar a Xezayê û Filistînê winda kir. Îslah Hesniye, ku di 77 saliya xwe de koça dawî kir, tevahiya jiyana xwe fedayê têkoşîna mafên mirovan kir. Îslah Hesniye ya yekemîn ofîsa hiqûqê li Xezayê vekir û yekemîn endama jin a Yekîtiya parêzerên Filistînî bû, mîrateyek mezin li pey xwe hişt. Xebata wê dê bi taybetî ji bo parêzerên jin ên ciwan û ji bo hemû jinan bibe çavkaniya îlhamê. Nebûna wê, me hemûyan pir xemgîn dike."