Aktivîsta Filistînê: Têkoşîna jinan tune nayê hesibandin
Parêzvana mafê jinan a Filistînê Sûad Ebdurehman got: “YPJ’ê ne tenê pergalek a leşkeriye, modeleke pêşketî ya rola jinan di parastina civakê û rûmetê wê de pêşkêş dike ye.”
Navenda Nûçeyan – Peyamên destekê ji bo Yekîneyên Parastinê Jinê (YPJ) li pey hev tên. Rêxistinên mafê mirovan û jinan, diyar dikin ku di her nêzîkatiya derbarê bihêzkirina jinê û ewlehiya civakê de naskirina rola van yekîneyan êdî pêwîstiyek lezgîne.
Aktivîsta Filistînê Sûad Ebdurehman ku di qada têkiliyên derve de û xebatên jinan de xebat dide meşandin û li Lubnanê dijî, îro di daxuyaniya dayî de peyma destekê ji bo Yekîneyên Parastinê Jinê (YPJ)’ê şand.
Sûad Ebdurehman di peyama xwe ya piştgiriya YPJ'ê de wiha dibêje: “Yekîneyên Parastina Jin rewşek leşkerî ya ji rêzê nîn e, lê belê modeleke pêşketî ya rola jinan di parastina civakê û rûmetê wê de pêşkêş dike. Jinên YPJ’yî îsbat kirin ku dikarin berpirsyariyê hilgirin û bi awayekî çalak nirxên mirovahiyê ji tundî û tundrawiyê biparêzin.
‘Divê rêz li xweserya wê were girtin’
Paşguhkirina rola YPJ'ê yan jî biçûkxistina girîngiya wê di pêvajoya siyasî ya pêş de, bi xwe dûrxistina bê hincet a têkoşîna jinan û bedelên wan e. Divê YPJ'ê wekî beşek sereke di her formuleke siberojê de were qebûlkirin û rêz ji taybetmendiyên wê wekî çarçoveyeke xweser were girtin ku îradeya jinan û vebijêrkên wê nîşan dide.”
Banga têkoşîna hevpar
Sûad Ebdurehman bang li hêzên jinan û yên hiqûqî kir ku ji bo mîsogerkirina beşdariya jinan di pergala parastinê û avakirina biryarê de têkoşîna hevbeş bikin û got: “Ev yek mafekî rewa girêdayî rêgezên edalet û wekheviyê ye."