Agirbesta li Xezayê ket meriyetê

Îsrail bi erêkirina lîsteyan berdana rehîneyan, li Xezayê agirbest di saet 12:15’an de ket meriyetê. Li bendê ne Hamas 3 rehîneyan di saet 17:00’an de berde.

Navenda Nûçeyan – Pêvajoya agirbestê di navbera Îsrail û Xeza de destpê kir. Nivîsgeha Serokatiya Îsrail piştrast kir ku îro bi fermî lîsteya dihat plankirin ku rehîneyên Îsrail were berdan erê kir. Li Xeza agirbest bi saeta Tirkiye di saet 12:15’an de ket meriyetê.

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştrast kir ku lîsteya rehîneyên ku Hamas wê serbest berde giheştiye destê wan. Serokatiyê diyarkir ku saziya ewlehiyê niha ‘hûrgûliyan kontrol dike.’

Serokwezîrtiya li Xezayê jî ragihand ku navê rayedarên hikumetê ku di mijara dayîna rehîneyan de erkdar Gal Hirsch ragihandiye ku 3 rehîneyên jin îro ku li bendê ne radestî malbatên wan were kirin. Li bendê ne Hamas sê rehîneyên jin bi saeta Tirkiye di saet 17:00’an de berde.